Amerîka: Dê piştgiriya me bo kurdan bidome 2016-09-09 10:36:12 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Berdevkê Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mark Toner diyar kir ku dê Amerîka piştgiriya xweya ji bo kurdan berdewam bike û got ev ji hêla Tirkiyeyê ve jî tê zanîn. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner diyar kir ku Amerîka li Sûriyeyê di çarçoveya operasyona Mertalê Firatê de li pişt her gavavêtina Tirkiyeyê ye û got Washington piştgiriyê dide hêzên kurd ên ku bi DAIŞê re şer dikin. Toner derbirî ku ew piştgiriyê didin hêzên kurd ên ku li Rojava û bakurê Sûriyeyê bi DAIŞ'ê re şer dikin û wiha got: "Em ê piştgiriya xwe ya ji bo wan dewam bikin û em vê mijarê bi awayekî rêkûpêk bi Tirkiyeyê re jî diaxivin." Mark Toner bersiv da pirseke der barê siberoja Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad de jî û ev tişt got: "Li gorî wî ji bo serokatiya Sûriyeyê rewatiya xwe wenda kiriye lê di vê mijarê de gelê Sûriyeyê wê biryara talî bide." Wezîrê Parastinê yê Tirikiyeyê Fîkrî Işik jî li Londonê piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Charter re ji bo rojnamegeran daxuyanî dabû û gotibû "Tirkiye piştgiriya operayona Reqayê dike lê divê destûr neyê dayîn ku PYD operayona Reqayê ji xwe re bike derfet û li herêmên ku bi dest dixin bimîne." (ms)