Pirsgirêkên îsotê jî wekî tama wê tûj e 2016-09-07 10:48:16 RIHA (DÎHA) - Îsota Rihayê ku bûye remza Rihayê bi keda jinan digêje ser sifreya malan. Jinên bi saetan di bin germa zêde de îsotên tûj paqij dikin û dikin salçe, kedek gelek mezin didin û bi hefteyan nikarin destê xwe bidin zarokên xwe. Jinan anîn ziman ku bi qasî tûjiya îsotê pirsgirêkên wê jî tûj e. Riha bi îsota xwe tê nasîn. Îsot di çand, aborî û dîroka Rihayê de cihekî taybet digire. Demsala hişkirina îsotan bi destpêkirin payizê dest pê dike. Piştî ku îsot sor dibin û ji nava zeviyan tên komkirin, li zeviyan ango li ser paniyan bi destê jinê yek bi yek tên paqijkirin û hûrkirin. Îsota Rihayê ku bi nav û deng û di bazara cihanê de jî ciheke girîng digire bi keda jinên rihayî ve tê çêkirin. Îsota ji ser erdan an jî li bazara halê tên hevdan bi hezaran kîlo bi kedan jinan tên paqijkirin. Piştî ve jî heta baş biqemirin li ber rojê tên rawestandin û dawiyê jî bi rûnê zeytûnê tê hûrkirin û li ser sifreyan amade dibin. Ev jinên kedkar heta îsotê amade dikin dest û lingên wan diwerimin, carina jî bi roja ji ber tûjbûna îsotan bi şev nikarin razên. Sal bi sal karê îsotan ku li hemû malbatên Rihayîya dihat çêkirin, êdî tenê welatiyên xîzan ên taxa Sirinê ya girêdayî Xelîliyeyê ji bo debara xwe dikin. Jinên kedkar li gel îsota hûr, reçela îsotê jî amade dikin. Dema mirov tiçe taxa Sirrinê dibîne ku li zeviyek mezin îsot li ser naylonan hatine raxistin û zevî wekî kulîlkên Nîsanê sor dikin. Hemû îsot di destê jinê tên paqijkirin, hûrkirin û dibin salçe û îsota hûr. Jinên ku di bin germa zêde û tujahiya zêde de dixebitin, hemû dest û ruyê wan diwerimin. Hin hem debara xwe dikin û hem jî çandê diparêzin. Bi kedek erzan îsotan hişk dikin Jina 54 salî Arife Îrfan diyar kir ku hin caran li ser siparişê îsotan çê dikin û hin caran ji bo malan çêdike û wiha got: "Em ewil îsotên sor ji tovê wan peqij dikin. Piştî ku em wan perçe dikin li ber davê radixin. Heta ku rengê wan mor dibe em hişk dikin. Ez li vir 2 karkeran dixebitînim. Em rojê 30 tl qezenç dikin. Em kedek gelek mezin didin. Kîloya wê bi 25 tl difiroşin. Em serê sibê saet di 05.00'an de dest bi kar dikin. Em kedek gelek mezin didin. Ez 54 salî me. Ji roja ez xwe nas dikim ez li vir îsotan hişk dikim. Em di bin germahiyapir zêde de dixebitin. Ji ber kar tune em neçarin debara xwe bi karê îsotan bikin. Jina 33 salî Yuksel Tut jî anî ziman ku ew ji bo debarê îsotan hişk dikin û karekî gelek zêde ye. Jina 40 salî Guler Tut jî anî anî ziman ku keda wê zêde ye û karekî gelek zor û zahmet e. Tut, anî ziman ku keda wan tê xwarin û heqê wan tê binpêkirin. Tut, da zanin ku ji ber tûjiya îsotê destê wan û bedena wan tev diwerime û nikarin destê xwe bidin zarokên xwe. Tut, destnîşan kir ku bi hefteyan nikarin destê xwe bidin ruyê xwe." (mae)