KESK: Em li pêş sirgûn û îxracan serî natewînin 2016-09-04 14:52:41 AMED/BEDLÎS (DÎHA) - Platforma Şaxan ên KESK'ê yên Amed û Bedlisê bertek nîşanî sirgûn û îxracan dan û diyar kirin ku ew tu carî serî li hemberî sirgûn û îxracan danînin. Platforma Şaxan a KESK'ê yên Amed û Bedlisê li dijî biryara KHK'ê yên sirgûn û îxracan bertekên xwe anîn ziman. Berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê yê Amedê Selahattin Alp, diyar kir ku îxrac û sirgûnên ku bi destê AKP'ê pêk tê xizmeta aştî û demokrasiyê nake û we serî li hemberî van polîtikayan danînin. Platforma Şaxan a KESK'ê ya Bedlîsê jî li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Rêveberê Şaxa Egitim-Senê yê Bedlisê Kemal Gultekin jî bertek nîşanî sirgûn û îxracan da û anî ziman ku ev hewldana li dijî hiqûqê ye û got: "Hikûmetê 14 hezar mamoste sirgûn kirin mamoste îxrac kirin. Em li dijî van polîtîkayan bêdeng namînin û serê xwe natewînin." (mae)