Nûçegîhanên dildar rastî astengiyê hatin 2016-09-01 12:19:57 ANTALYA HA) - Nûçegîhanên Dildar Mizgîn Ozer û Hakan Şimşek, xwestin nûçeyên 60 karkerên turîzmê yên li Otela Mardan Palace dest bi grevê kirine bişopînin. Lê rastî astengiyê hatin. Nûçegîhanên Dildar ên di çarçoveya kampanya Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) de li buroya DÎHA ya Antalya nûçeya Karkerên turîzmê şopandin rastî astengiyê hatin. Nûçegîhanên Dildar Mizgîn Ozer û Hakan Şimşek, xwestin nûçeyên 60 karkerên turîzmê yên li Otela Mardan Palace dest bi grevê kirine bişopînin. Nûçegîhan Ozer û Şîmşek, li navçeya Muratpaşa li herêma Otelên Kundu nûçeya 60 karkerên Otela Mardan Palace ku wekî Luks û 7 stêrk e tê hesibandin û 3 mehin heqdestê xwe negirtine kir nûçe Nûçegîhanên xwestin têkevin nava karkeran û bi rojnamegeran re ketin otelê rastî astengiya rayedarên otelê hatin û destûr nedan ku nûçegîhanên dildar nûçeyê bişopînin. Karkerên ku dest ji kar berdane jî diyar kirin ku rayedarên Otelê bi hinceta "Çavkanî tune" nikarin pereyan razînin. Karkeran da zanîn ku heta heqê xwe bistînin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Karkeran anîn ziman ku muxatabekî jî nabînin. 200 hezar karker betal in Li Antalya ji ber qirîza şer di 6 mehên demsala turîzmê de 200 hezar karkerên turîzmê betal mabûn. (mae)