Karkerên di berxwedanê de ofîsa şirketê dagir kirin 2016-09-01 11:16:21 STENBOL (DÎHA) - Karkerên Emaar Suqaare yên di bin banê Endezyariya Deltayê de dixebitin, ji bo mafên xweyên cewherî ev 6 roj in di berxwedanê de ne herî dawî karkeran ofîsa firotinê ya Emaar Suqaare dagir kir. Piştî hewldana derbeyê di operasyonên li dijî cemaetê de Endezyariya Delta jî bi riya qayûmê hatibû destaserkirin, gelek endamên Sendîkaya Înaat Îşê yên di bin şirketa mijara gotinê de dixebitîn, hatibû xwestin hin belge bi wan bidin îmze kirin, karkeran ji bo mafên xwe bi dest bixin dest bi berxwedanê kirin. 30 karkerên li ber şirketa Emaar Suqaare ya Goztepeyê dest bi berxwedanê kir. Di roja 6'emîn a berxwedanê de karkeran ofîsa firotinê dagir kir. Çalakiya karkeran berdewam dike, ji hêla din ve rêveberen Emaarê bi berdevkên karkeran re hevdîtinê pêk tîne, karkeran aşkera kir ku heta ew mafên xwe bi dest nexin dê çalakiya xwe bidomînin. (ms)