Fasûliya Xinisê bi xetereyê re rû bi rû ye 2016-09-01 09:10:21 ERZIROM (DÎHA) - Li gundê Ortakoy a navçeya Xinûsê Bendava Avdanê ya Başkoyê qada hilberîna fasûliya şekar a ku tekane çavkaniya debarê ye tune dike. Li taşa Ortakoy a gundê Xînûsê ya Erziromê, Bendava Avdanê ya Başkoyê qada hilberîna ya fasûliya şekir a tekane çavkaniya debarê ya welatiyên herêmê ye tehdîd dike. Qada hilberîn fasûlî ya ku bi navçeyê re bûye yek dê di bin avê de bimîne. Lİ taxa ku 600 mal lê dijîn cotkaran li hemberî bandorên neyînî yên bendavê nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku ewê axa xwe neterikînin. Bendav gundiyan mexdûr dike Cotkarê bi navê Mahmut Kaya diyar kir ku dewletê bi gotina "Em bendavê çêdikin, Xinûsê pêşve dibin" wan mexdûr kirine û aw naxwazin axa xwi biterikînin û wiha bedewam kir: "Dewlet 20 sal in mafên me binpê dike. Dewlet dibêje em bendavê çêdikin û Xinûsê pêş ve dibin lê me mexdûr dikin. Ji ber ku ereziyên me di bin avê de dimîne nikarin karê xwe bikin. Fasûlî ji dikirin û dibin li Trabzon û Rizeyê difiroşin. Dewletê ereziyên me kiriye xezîne. Pêşeroja zarokên me kesek nafikire." Divê li Xinûsê bazara fasûlî vê vekirin Kya destînaşn kir ku ew ê berhemên îsal di meha îlonê de kom bikin û wiha got: "Fasûliya şekir gelek xweş e û zû dikele ji ber vê yekê pir tê tercîhkirin. Ji ber ku li Erziromê bazar tuneye li Trabzon û Rîzeyê tê firotin. Ji cotkaran bi 15-20 TL tê kirîn li Deryaya REş bi 25-30 TL'î tê firotin. Êdî em dixwazin li Xinûsê bajara fasûlî bê vekirin." (sa)