Cotkarên Licê peymana çandiniya organîk îmze kirin 2016-08-30 11:48:08 AMED (DÎHA) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo li navçeya Licê çandiniya organîk bi pêş biçe, serwextbûnê bide avakirin, kooperatîfiyê bi pêş bixe, di vê der barê de perwerdeyê dide, di çarçoveya Projeya Pêşxistina Çandiniya Organîkî ya Licê de peyman bi cotkaran re îmze kir. Şaredarî dixwaze heta sala 2017'an vê projeyê li tevahiya navçeyan bi pêş bixe. Projeya Pêşxistina Çandiniya Organîk ya ji hêla Ajansa Pêşxistina Karacadagê û Serokatiya Dayreya Bi Hêzkirina Ekolojiya Herêmî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye destpêkirin, berdewam dike. Di çarçoveya projeyê de bi cotkarên ku erdên wan bi çandiniya organîk re asayî ye, peyman hatin îmzekirin. Berî projeyê, koordînatorê projeyê Menaf Şeker û berdevkê fîrmayê Erhan Akalp bi cotkaran re der barê peymanê de agahî dan. Şeker diyar kir ku ew nêzî salekî ne li Licê der barê çandiniya organîk de xebatan dimeşînin, êdî xebatên wan berbi dawî ve hatine û wan di aliyê çandiniya organîk de bi cotkaran re peyman çê kiriye. Şeker aşkera kir di aliyê tovên organîk, ştilên organîk, gubreya organîk, dermanê organîk û mekanîzasyonên çandiniyêde dê piştgiriyên wan jî çê bin. Şeker herî dawî destnîşan kir ku Şaredariya Mezin planeke makroyî kiriye, dê çadiniya organîk li 17 navçeyan pêk bîne û ev proje dê heta sala 2017'an bixe meryetê. (ms)