'Destê xwe ji kurdan bikişînin' 2016-08-30 10:48:34 DÎLOK (DÎHA) - Piştî komkujiya Dîlokê AKP'iyan berteka gelê kurd wekî "provakasyon" pênase kiribû, Hevserokê DBP'a Dîlok'ê Talat Yilmazsoy, bertek nîşanî AKP'iyan da û ji wan xwest destê xwe ji gelê kurd bikişînin. Piştî komkujiya Dîlokê Serokên Şaredariya Dîlokê û gelek rayedarên AKP'ê yên xwestin beşdarî marasîma cenaze bibin, gel bertek dabû nîşan û ev berteka gel ji hêla AKP'iyan ve wekî "provakasyon" hatibû pênasekirin, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bertek nîşanî zimandirêjiya AKP'iyan dan. Hevserokê DBP'a Dîlokê Talat Yilmazsoy diyar kir ku ew komkujiyê ji nêz ve dişopînin û aşkera kir ku komkujî li dijî gelê kurd pêk hatiye. 'Gel betrek nîşanî hevkariya DAIŞ-AKP'e da' Yilmazsoy destnîşan kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a AKP'ê ya Dîlokê kurd wekî provakator daye nîşan, li holê provakatorek tune gel bertek nîşanî AKP'ê daye û ev tişt got: "Gel hevkariya di navbera DAIŞ-AKP'ê de dizane, ji ber vê bertekên xwe dide nîşan. Gel bertekeke tund nîşanî vê komkujiyê da." Yilmazsoy gotinên rayedarên AKP'ê û Şaredara Dîlokê Fatma Şahîn ên wekî 'li derve mirov anîn' jî bi bîr xist û wiha pêde çû: "Wan ji bo prvakasyonê çi ji destê wan hatkirin." Yilmazsoy aşkera kir ku AKP dixwaze gelê kurd bi gefa DAIŞ'ê bîne rê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dewlet naxwaze kurd ne li Rojava û ne jî li Tirkiyeyê bibe xwedî statu. Ji ber wê bi destê DAIŞ'ê komkujiyan pêk tîne. Êdî destê xwe ji kurdan bikişînin. Em dixwazin azad û wekhev bijîn." (ms)