Bi piştevaniya jinan amadekariya zivistanê 2016-08-26 09:11:32 AGIRÎ (DÎHA)- Li gundê Qewaxê ya Agiriyê jin bi hevre ji bo zivistanê amadakariyê dikin. Li gundê Qewaxê ya Agiriyê ku amadekariyê zivistanê dest pê kiriye jin jiyana rojane bi hevre dihûnin. Jinên ku ji bo zivistanê amadekariyê dikin di heman demê de zaxireyên xwezayî jî hildiberînin. Li gundê ku nêzî 30 mal hene jin bi hevre amadekariyê dikin. Jina bi navê Zeynep Altun (70) diyar kir ku 50 sal in bi heman rêbazê rûnê nivîşk çêdike, vî jî ji bo zivistanê çêdikin. Hilberîn bi temamî xwezayî ye Nezahat Altun (23) jî diyar kir ku çelekên ku li çiya diçêrin şîrên wan ji bo tenduristiyê gelek baş e û li gund piştevaniya jinan amadekariya zivistanê didome û wiha axivî: "Rûnê ku em çêdikin ji bo tenduristiyê baş e. Ji ber ku şîrê çelekên ku li çiya diçêrin bi temamî xwezayî ye." Roj zû dest pê dike zû bi dawî dibe Turmen Altun (48) jî diyar kir ku her roj şîrê 200 mihan didoşe û qet dema wê ya vala tuneye, roj zû dest pê dike û zû diqede. Altun diyar kir ku jiyana gund zor e lê di nava xwezayê de ye û berdewam kir: "200 mihên me hene. Her êvar em bi dorê mihan didoşin. Hin caran dahata ji berhemên gund çêdibe. Serê sibenê saet di 04.00'an de radibi. Em li sewalan dinêrin hem jî li malê dixebitin." (sa)