Krîza aborî li Bît Bazarê jî da 2016-08-25 10:44:41 ENQERE (DÎHA) - Şer û pevçûnên li welat bi destê dewletê tê meşandin bandoreke neyînî li ser aboriyê jî dike. Esnafê mezin ê ku kar nake, "Bît Bazara" ku welatiyên xizan serî lê didin jî di binê krîzê de ye. Murat Kaya yê ku ev 30 sal e li Enqereyê alavên destê duyemîn difiroşe, diyar kir ku heta bi kurdan re aştiyek çênebe dê ev rewş berdewam bike. Ji ber polîtîkanên şaş ên hikûmetê û rawestîna di qada aboriyê de, wekî di gelek sektorên li Tirkiyeyê de, di Bît Bazara ku herî zêde welatiyên xizan serî lê didin de jî krîzek tê jiyîn. Esnafên li Bît Bazarê ji ber danûstandinên kêm di nava krîza aboriyê de ne. Murat Kaya li herêma Ulusê ya Enqereyê di Bît Bazarê de kelûpelên destê duyemîn difiroşe, ji ber krîza li welat gumanên xwe tîne ziman, aşkera dike ku ew 30 sal e li vê herêmê kelûpelan difiroşe û ev tişt got: "Saziyên fermî yên Tirkiyeyê naxebitin, ji ber vê jî di danûstandina kelûpelên destê duyemîn de kêmasiyeke cidî heye. Îxracî û îtalî hat ber tunebûnê." 'Aramiya aboriyê aştî ye' Kaya destnîşan kir ku ji bo aboriya welat sererast bibe divê meseleya kurd bi riyên aştiyane bê çareserkirin û wiha axivî: "Tu dixwazî bila hikûmeta TC'yê qebûl bike, dixwaze bila qebûl neke kurd bingeha aboriya welat in." Kaya di dewama axaftina xwe de li ser girîngiya rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di aştiya welat de jî sekinî û wiha pêde çû: "Divê evdîtinên li Îmraliyê dîsa bên destpêkirin. Hikûmeteke heta çiqila dara zeytûnê dirêjî kurdan neke, dê çareserî pêk neyê. Ji xwe aramiya welat û sererastkirina aboriyê jî bi aştiyê pêk tê." (ms)