'Çiyayê Pîrozewer ê Heybetê tê tunekirin' 2016-08-21 09:10:43 XARPÊT (DÎHA)- Çiyayê Heybet ê li navçeya Qowanciyan ku heta 3 berê jî lê mîhrîcan dihat lidarxistin, ji ber kaneyên xîz û keviran bi tunebûnê re rû bi rû ye. Çiyayê Heybet ê li navçeya Qowanciyana Xarpêtê ji hêla gelê herêmê ve wekî deverek pîrozewer tê qebûl kirin. Çiyayê heta 3 sal berî niha jî Mîhrîcana Gelemşeyî ya Çand û Xeza ya Heybet lê dihat lidarxistin, niha bûye hedefa kaneyên xîz û keviran. Ji ber kaneyên zirarek mezin dide xwezayê çiya niha bi tunebûnê re rû bi rû ye. Her roj bi dehan erebeyan xîz û kevir ji çiya tê kişandin. Li aliyê din jî ji ber ku serê qamyonên xîz û keviran nayê girtin, toz li derdorê belav dibe. Toz hem zirarê dide nebatên li hawirdar û hem jî tenduristiya gundiyan tahrîb dike. Gundiyên ji ber kanên xîz û kevir neçar bûne, diyar dikin ku toza derdikeve zirarek mezin dide zeviyên çandî û daristanê. (eb)