'Qanûna Tûrikî li dijî ewlehiya jiyanê êrîş e' 2016-08-15 09:00:57 MÊRSÎN (DÎHA) - Nûnerên sendîkayên kedê yên Mêrsînê li hemberî "Qanûna Tûrikî" ya ku ji Meclîsê hat qebûlkirin nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku dewlet li ser pişta kedkaran xwe dide jiyandin û ev qanûn li dijî ewlehiya jiyanê ya mirovan êrîşek e. Qanûna Tûrikî li Meclîsê hat qebûlkirin û li gorî vî qanûnê kesên ku welatiyên Tirkiyeyê ne lê 45 saliya xwe derbas nekirine û bi pere dixebitin, li gorî peymana ku karsaz amade kirine dikarin di nava plana teqawîtbûnê de cih bigirin. Li hemberî vê yekê hem kesên teqawît bûne hem jî kesên dixebitin nerazîbûn nîşan dan û xwestin qanûn bê betalkirin. 'Ne ji kedkaran divê ji sermayeyê bê qutkirin' Serokê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya Mêrsînê Yusuf Kaya diyar kir ku ev pêkanîn ji bo kesên ku di qada cemaweriyê de bi kadro yan jî bi peyman dixebitin tesarufê teşwîq nake. Kaya anî ziman ku ev pêkanîn "Sîgorteya teqawîtbûnê ya şexsî ya mecbûrî" îfade dike ji xebatkaran ji sedî 3 pere bê qutkirin. Kaya bilêv kir ku hikûmet bi derxistina qanûnê ve dê ji bo karker, kedkarên bi peyman pêk bîne û bi vî rengî hewl dide ku li ser pişta kedkaran xwe bide jiyandin. Kaya anî ziman ku heke dixwazin li welat bi tesarufê seremaya kom bibe divê vê yekê ne bi pereyê kedkaran bi pereyê karsazan kom bike û tesarufê bike. 'Ji bo rojê derbas bike ev qanûn derxist' Kaya da zanîn ku li welat karker û kedkar ji butçeyê hema ku qet parê negirin û wiha axivî: "Tesarufa ku ji karkeran tê kirin pêşkêşî saziyên sermayeyê tê kirin. Dewlet niha dixwaze rojê derbas bike û bersivê bide daxwazên sermayeyê vî qanûnê hewl dide pêk bîne." Kaya got ku berê jî di dema Turgut Ozal de ji bo alîkariya avahiyê hatibû derxistin, 8-9 salan ji mehaneyê kedkaran pere hatibû qutkirin û piştre jî ev yek wekî pereyê germ li piyaseyê bû. Kaya diyar kir ku wekî wê demê niha jî kedkar dê nikaribin ji mehaneya xwe ev pereye ku tê birîn bigirin. 'OHAL wekî fersend dîtin û ev qanûn derxistin' Serokê Emeklî Sen'ê yê Mêrsînê Adil Alaybeyoglu jî anî ziman ku hikûmet di salên dawî de ji bo çavkaniya ji sermayeyê re peyda bike hemû qanûnan li hundirê çavên civakê dinêre û derdixe. Alaybeyoglu got ku hikûmet pêkanîna OHAL'ê weke fersend dît û ev qanûn derxist. Alaybeyoglu got ku ji bo ev qanûn bê betalkirin divê serî li Dadgeha Qanûna Esasî bê dayîn, ev qanûn li dijî hiqûqê ye. Alaybeyoglu nirxandina "Bi zorê pere ji berika mirovan derxistin qanûn nikare bê derxistin. Ev qanûn li dijî ewlehiya jiyanê ya welatiyan erîşek e."