Pêkhateyên Hêza Hevpar: Em eniya gelan ava dikin 2016-08-14 09:07:16 ENQERE (DÎHA) - Pêkhateyên "Ji Bo Ked û Demokrasiyê Hêza Hevpar" diyar kirin ku eniya ku tê avakirin li hemberî "Eniya Nijadperest" a AKP, CHP û MHP'ê eniya gelan a alternatîf e û divê li seranserê Tirkiyeyê berfireh bibe. Li hemberî "Eniya Nijadperest" a ku li Yenîkapi ya Stenbolê bi hevkariya AKP, CHP û MHP'ê rengê xwe girt, hêzên demokrasiyê jî eniya "Ji bo Ked û Demokrasiyê Hêza Hevpar" pêş dixin. Hevseroka SYKP'ê Tulay Hatîmogullari, Serokê Giştî yê Weqfên Çandê yên Hacî Bektaşî Velî Ercan Geçmez û Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu li ser girîngiya eniya demokrasiyê nêrînên xwe anîn ser ziman û banga xurtkirine vê eniyê kirin. Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu diyar kir ku "Hêza Hevpar" nîşaneya wê yekê ye ku gelên Tirkiyeyê teslîmî tifaqa nijadperest a Yenîkapiyê nebûne. Gollu destnîşan kir ku "Hêza Hevpar", zemîna hevkariya hemû hêzên demokrasî, ked û azadiyê ye û ji bo rola eniyê ev nirxandin kir: "Ev yekîtî bi taybet divê kolanan teslîmi faşîzmê neke. Divê gel birêxistin bike. Divê di navbera gelê kurd û kedkarên Tirkiyeyê de pira aşitiyê avabike." 'Diviya beriya niha bihata avakirin' Serokê Giştî yê Weqfên Çandê yên Hacî Bektaşî Velî Ercan Geçmez jî di destpêka nirxandina xwe de anî ziman ku diviya ku eniya demokrasiyê ji mij ve bihata avakirin û der barê rewşa siyasî ya Tirkiyeyê de wiha axivî: "Beriya her tiştî li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê heye. Pirsgirêka mafên mirovan, pirsgirêka kurd û pirsgirêka elewiyan heye. Divê ev hemû pirsgirêk di çarçoveya wekheviyê de were destgirtin û çareserkirin." Geçmez balê kişand ser rola saziyên elewiyan jî û got "Civata elewiyan civateke girîng e. Dê bi perspektîfên alternatîf nêzî çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê bibin:" 'Divê li seranserê Tirkiyeyê berfireh bibe' Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Tulay Hatîmogullari jî balê kişand ser darbeya siyasî ya AKP'ê û got li hemberî rejîma ku AKP dixwaze ava bike "Hêza Hevpar" pêdiviyek bingehîn e. Hatîmogulları diyar kir ku divê ev enî li seranserê Tirkiyeyê berfireh bibe û wiha berdewam kir: "Li hemberî desthilatdariya AKP û Qesrê, ji bo ku em komara demokratîk ava bikin biçûk be jî em gavan davêjin. Ev gava destpêkê ye. Ez difikirim ku divê ev enî li seranserê Tirkiyeyê berfireh bibe." Hatîmogullari diyar kir ku "Hêza Hevpar" li hemberî "Eniya Nijadperest" a AKP, CHP û MHP'ê yekîtiya gelan e û bang li alîgirên CHP'ê jî kir ku ne di nav eniya nijadperest de di nav eniya demokrasiyê de cih bigirin. (sy)