Lêgerîna îtîfaqa dijberî kurdan 2016-08-13 12:36:12 ENQERE (DÎHA) - Îxtîdara AKP'ê piştî hewldana darbeyê li hundir li dijî kurdan bi CHP MHP'ê ÎP û partiyên Ergenekonê re bû îtîfaq, li derve jî li dijî Erdogan bi ziyareta Rûsya û Îranê dixwaze îtîfaqa li dijî kurdan ava bike. Bi riya Cevad Zarif dixwaze li Îranê li dijî Rojava îtîfaqa perçekirinê çêkin Îxtîdara AKP'ê ji bo li dijî kurdan îtîfaqê xurt bike hem li hundir û hem li derve di nava hewldanan de ye. Piştî hewldana darbeyê li Tirkiye bi CHP, MHP, ÎP û partiyên ergenekonê re di bin "Yekîtiya Neteweyî" ve bûn yek. Tevgera kurd ku li gel hemû darbeyên leşkerî û siyasî bêtir xwe bi rêxistin kir û ket nava têkoşînek xurt, hem di zindana berxweda xurt nîşan da û hem jî di qadên din de xwe bi rêxistin kir. Piştî tevgera kurd di qada siyasî, leşkerî, civakî û qadên jiyanê de pêş ket û xwe bi rêxistin kir, bi hinceta darbeya 15'ê tîrmehê dixwazin li dijî kurdan bibin tifaq û hevkariya li dijî kurdan zêde bikin. AKP niha li Tirkiye dijberî kurdan tifaqek ava kir û hewl dide li dervê Tirkiye jî dijberî kurdan tifaqê ava bike. AKP dixwaze bi hevkariya CHP, MHP û partiyên nijadperest ruhê Qanûna Bingehîn a 1924'an ji nûve texe meriyetê. Li Tirkiye piştî di 24'ê Mijdarê de balafira Rûs li sînorê Tirkiye Rûsya hat xistin di navbera Tirkiye û Rusya de qirîz pêk hatibû. Piştî qirîza 9 mehan Erdogan lêborîn xwes tû çû Rûsya xwe da efokirin. Erodgan bi Putin re hevdîtin kir û daxwazên Rûsya qebûl kirin. Dest ji israra xwe ya "Divê teqez Esad biçe bi Esad çareserî pêk nayê" berda. Erdoganê ku li dijî Esad bû niha dibêje "Esadê bira". Piştî Rûsya Tirkiye hişyar kir û xwest Sûriye û Esad jî di nava hevdîtinan de cih bigire, Erdogan û hikûmeta Tirkiye jî xwest Rusya dest ji têkiliyên xwe û kurdan berdin. Di demên dawî de piştî hewldana tifaqa navxweyî niha heyeta ku ji TSK, MİT û hêzên brokrasiyê pêk tê ava kirin. Heyeta tifaqa Tirkiye dê di rojên pêş de biçin Rûsya û hewl bidin dijberiya kurdan pêş bixin. Tirkiye di demên dawî de hem sekna xwe ya li hemberî Sûriye û hem jî sekna xwe ya hemberî Rûsya û Îranê guhert û hewl dide ku dîsa bi wan re bibe dost. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarif bi Serokomar Erdogan re hevdîtin kir û diyar kir ku çareseriya Sûriye bi perçekirina rêxistinen Rojava pêkan e û Tirkiye jî ev yek wekî Yekitiya axa Sûriye bi nav kir. Di van hewldanan de tê dîtin ku Tirkiye dîsa dixwaze bi Sûriye, Îran û Sûriye re li dijî kurdan bibe tifaq. Ev hewldana lêgerîna Tirkiye ya tifaqa bi Rûs, Îran û Sûriyê re balkêş e piştî Rizgarkirina Minbiçê pêş dikeve. (mae)