'Em ê hişmendiya zilam bişkînin' 2016-08-11 09:26:00 RÛKEN DEMÎR AMED (DÎHA) - Serokatiya Daîreya Xizmeta Veguhestinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê projeya jinên ajovan pêş xist û êdi li Amedê jin ajokariya otobusên şaredariyê dikin. 10 jinên perwerdehiya ajotvaniyê ditin dest bi xizmeta ajotvaniyê kirin. Jinên ajovan diyar kirin ku ew ê bi ajotina otobusên gel nêrîna zilam û civakê neyînî ya li hember jinê biguherîn in û dê ajokariya wan ji bo gel bibe mînak. Jinên doza nasname, vîn û azadiya xwe dikin bi biryara xwe bêtir di nava qadên jiyanê de deng û ruyên xwe didin der. Salek berê Serokatiya Daîreya Xizmeta Veguhestinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo hejmara ajotvanên otobusan ên jin zêde dibe poreje dabû destpêkirin. Di destpêka projeyê de 5 jin ji bo kar hatin girtin. Mehek berê jî 5 jinên din ên ajotvan ji bo otobusên şaredariyê bajon xistin kar. Piştî perwerdehiya 5 jinên ajotvanên otobusan çûn ser dîroksyonan û dest bi ajotinê kirin. Jinên ajotvan niha li Semtên Toplukonût, Yenîhal, Şehîtlîk û heya Gorîstana Yenîkoyê li ser otobusan perwerdehiya cerbandinê dibînin û fêr dibin. Ji 371 ajotvanên Serokatiya Daîreya Xizmeta Veguhestinê ya Şaredariya Mezin, 10 ajotvan jin in. Projeyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmeta Veguhestinê ve hatiye destpêkirin hêj serlêdan û perwerdehiya wan berdewam dike. 'Jin dikarin hemû karî bikin' Yek ji ajotvana jin a 30 salî û dayika zarokekî Songul Varan e. Songul, diyar kir ku nêzî 5 salin ajotvaniye dike û wiha got: "Ez ji biçûkiya xwe ve ji ajotvaniye hez dikim û meraqa wê di dilê min de bû. Dema min dest bi ajotvaniya otobusan kir, min ajotvaniya herema Balefirgehê dikir. Her çiqas ajotvaniya otobusê ji bo jinan zehmet be jî lê dîsa bila civak dizanibe ku jin jî dikarin otobusan bikin. Jin dikare hemû karan bike. Dema ez ajotvaniye dikim hin welatî bertekên baş û ne baş jî nîşanî me didan. Li ser daxwaziya gel a 'Bila ajokarê jin jî hebin' me dest bi ajokariyê kir. Karê ajokariyê di heman demê de nêrîna zilam a li ser jinê jî diguherî ne." 'Em ê nêrîna zilaman biguherîn in' Varan anî ziman ku jin di çavê mêr û civakê de wek bermalî û mêzekirina zarokan tê pênasekirin û wiha li hember vê bertek nîşan da: "Em tenê ne ji bo zarokan bînin cîhanê hatine vê jiyanê. Em ê vê nêrîna zilam û civakê biguherînin. Jin di trafîkê de gelek baldarin û ji mêran baldartir in. Jinên me jinên têkoşer in û dikarin hemû karî bikin." 'Dema gel me dibîne kêfxweş dibe' Ajokara jin a ku hêj perwerdehiya wê ajokariyê didome ya bi navê Sabahat Sever (36) jî da zanîn ku ew jî 6 mehe perwerde derketiye û ev tişt got: "Ev mehek e min dest bi ajokariya otobusan kiriye. Niha li semta Toplukonût û Yenîhalê ajokariyê dikim. Em rastî bala gel tên û gel vê xizmetê diecibîne. Heta niha li Amedê jinên ajokarê otobusan nedîtine, ji bo vê jî dema gel me dibîne gelek kêfxweş dibe. Niha û şûn ve jî bi ajokariya me bibe destpêkek û civak hînî me bibe." 'Projeya me didome' Serokê Serokatiya Daîreya Xizmeta Veguhestinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yilmaz Abîş jî da zanîn ku ev salek e projeya ajokariya jinan dest pê kiriye û wiha axivî: "Me di destpêkê de wek 5 hevalên jin dest bi vê xebatê kir. Niha jî 5 jinên dinê jî me girtiye. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo perwerdeyê, ehliyet û ajokariyê alîkariyê dike. Serokê Odeya Otobusên Gel jî dixwazin projeyêk wiha ava bikin. Ji me alîkariyê xwestin ku em ajokarê jin ji wan re jî peyde bikin. Piştî 10 rojên din dê jinên ajokar bi serê xwe otobusan biajon. Em dixwaz dikin ku gel ji bo vê projeyê piştgiriyê bide me." (mf/bg/mae)