Jin ji bo azadiya Ocalan seferber dibin 2016-08-10 08:56:50 NECLA DEMİR STENBOL (DÎHA) - Jinên kurd di çarçoveya kampanya KJA'yê ya “Ez li Rêberê xwe axa xwe û azadiya xwe xwedî derdikevim" ji bo azadiya Ocalan seferber dibin. Jin dê 6 mehan bê navber ji bo azadiya Ocalan li tax û kolanan xebatên cûr be cûr pêk bînin. Rojava sereke ya jinan dê azadiya Ocalan be. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha 17 sal 6 mehin bi tena serê xwe di bin tecrida giran de li girava Girtigeha Îmraliyê li dijî şertên herî giran têdikoşe. Lê bi taybetî piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'e Tîrmehê fikarên gel zêde bû. Piştî fikara gelê kurd û beşên civakê zêde bû, bertek, nerazîbûn û çalakiyên gel jî zêde dibe. Îxtidara AKP'ê di 27'ê Tîrmehê de rêya parêzeran ji ser Ocalan qut kir. Di 5'ê Nîsanê de jî rêya heyetê ji ser Ocalan qut kir. Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha zedeyî 16 mehin tecrîdek herî dijwar li ser Ocalan tê meşandin. Her çend Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hikûmet bi gotina "Ger muzakere bidome dê çareserî, hevditin qut bibe dê şer û kaos pêk bê" kir. Jin ji bo Ocalan ku gotibû "30 salin min piştgiriya herî mezin ji jinan girt" xwe amade dikin ku derkevin qadan bêtir piştgiriyê bidin Ocalan. Jin bi gotina “Jin ji bo azadiya Rêberê xwe di çalakiyan dene" de li her qadê seferber bibin. Jinên ku ji bo azadiya Ocalan seferber bûn çalakiyên xwe zêde dikin. Dayikên Aştiyê ku 41 hefte ye bi silogana "Ji Ocalan re azadî" û "Bila mutabakata Dolmabahçe têkeve beriyetê" li pêş Qesra Dolmabahçe çalakiya rûniştinê pêk tînin ji bo azadiya Ocalan seferber dibin. Jinên girtî yên bi felsefeya "Jina herî xweşik jina azad e" di nava çalakiyê dene. Hemû jinên azadiya Ocalan dixwazin bi biryarin ku li dijî ker, sor û lalbûna cîhanê ya li hemberî tecrîda li ser Ocalan bibin hawarî û qerîna Ocalan. 'Kurdistan bi azadbûna jinê azad dibe' Ocalan ku ji bo azadiya jinê bi jinan re peymana "Diyalog û peymana min a bi jinan re girîn e" daniye. Ocalan ji bo azadiya jinê û rizgarkirina jinê ya ji nava pergalê gelek dahûrandin çêkiriye. Ocalan, di salên 1993-1998'an de "Meşa ber bi wekhevî û Azadiyê ve (Ber bi arteşbûna Jinê ve)" nivisand û pirtûk çap kir. Bi gotina "Kurdistan bi azadbûna jinê azad dibe" tespita "Jina metînger" a 9 hezar salan kir. Ocalan bi vê tespît û dahurandinê ya der barê jinê de jin ji pergala feodalizmê rizgar kir û li dijî pergala feodalîzmê rakir serhildanê. Bêtir tev li têkoşîna azadiyê kir. Disa Ocalan di pirtûka xwe ya Manîfestoya Demokratîk de felsefeya "Hevjiyana azad" û "Çawa bijîn" danî holê. Bi vê felsefeyê têkilî û nakokiyên navbera jin û mêr ên 9 hezar salan li ber çavan raxist. Dîsa rêbaza têkoşîna jinê ya li dijî mêr xal bi xal vegot. Li dijî saziya zewacê û dijberiya mêrê serdest rêya xelasiya ji koletiya zilam li pêş jinê vekir. Ocalan di nirxandinê xwe de wiha dibêje: "Jina ku wekî şeytan bi nav dikin, kirine koleya malê ya bêheq. Jina wekî dayika zarokan bi nav kiriye kiriye koleyê hemû civakê. Ocalan der barê azadîbûna jinê de bi gotina "Hevrêyên min ên jin" xîtabî jinan dike. Ji bo 8'e Adarê Roja Jinên Cîhanê ji İmraliyê peyama "Ji bo min azadiya jinê ji her tiştî bêtir bi qîmet e. Jina herî xweşik jina ku jiyana xwe azad dijî ye. 30 salin hevkare min ê herî girîng hevrêyên min ên jin in. Diyalog û peymana min a bi jinê re girîng e... Baweriya min a li hemberî jinê bi meseleya jina azad û wekhev pêk tê. Ji ber vê yekê şoreşa me şoreşa jinê ye..." 'Ez nabim endamê dewletek kujerê jinê' Ocalan, di hevditên xwe de helwesta Erdogan a "3 zarok" û "Zewaca pêşwext" rexne kiribû û gotibû "Ez nabim endamê welatekî ku jin le bên kuştin. Ew bi zanebûn dibêje. Ez jî bi zanebûn dibêjim. Ez nabim endamê vê dewletê." 'Ez azad im hûn jî dê azad bin' Ocalan di peyama xwe ya li dijî koletiya 9 hezar salan dibêje peyama jinan a "Heta Ocalan azad nebin em azad nabin" pir girîng e û wiha berdewam dike. "Ez azad im. Hûn jî dê azad bibin. Ez di vê mijarê de bi we jinên berxwedêr gelek bawer im. Ez bawer dikim ku dê sedsala 21'an bibe sedsala azadiya jinê. Ji bo azadiya Ocalan jin seferer dibin Jinên kurd ku daxuyanî û tespîtên Ocalan ji bo xwe dikin rêber ji ber ku salek û nîve tu agahî ji rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nagirin biryar dan ku dakevin qadan û seferber bibin. Ji bo azadiya Ocalan kampanya nû dan destpêkirin Jinên kurd bawer dikin ku temînata azadiya jinê û civake di azadiya Ocalan re derbas dibe. Jinên kurd piştî hewldana darbeyê di 24'ê Tîrmeha 2016'a de dest bi kampanya "Nobeta Azadiya Ocalan a li Amedê kirin. Nobetên ku li Amed û Ruhayê dest pê kir, li bajarên Kurdistan û Tirkiye belav dibin. Niha jî di pêşengiya KJA de di 5'ê Tebaxê de li amedê bi şiyariya "Ez li Rêberê xwe, axa xwe û azadiya xwe xwedi derdikevim" ji bo 6 mehan kampanya azadiya Ocalan da despêkirin. Jin dê bi şîara "Ez li Rêberê xwe, axa xwe û azadiya xwe xwedî derdikevim" li bajarên Tirkiye û Kurdistanê seferber bibin. Dê 6 mehan li tax, gund, bajar û navçeyan rojeva sereke bikin azadiya Ocalan. Di çarçoveya kampanyayê de di qata neteweyî, navneteweyi de dê dîplomasiyê pêş bixin û azadiya Ocalan têxin rojeva jinên cîhanê jî. Jin dê 6 mehan, civîn, panel, semîner, daxuyanî, meş û çalakiyên cur be cûr pêk bînin. (mae)