KJA'yê li Elihê ji bo Azadiya Ocalan dest bi kampanyayê kir 2016-08-09 19:54:39 ÊLİH (DÎHA) - Kongreya Jinên Azad (KJA), bi şîara "Ez li Serokê xwe axa xwe û azadiya xwe xwedî derdikevin" li Êlihê kampanya azadiya Ocalan da destpêkirin. Starta kampanya nobeta Azadiya Ocalan ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixwazin li gelek bajaran dest pê kiriye, li Êlihê jî belav bû. KJA, li êlihê bi şîara "Ez li Serokê xwe, axa xwe û azadiya xwe xwedî derdikevim" dest bi kampanyayê kir. KJA di çarçoveya kampanya Azadiya Ocalan de dê li Kurdistan û Tirkiye 6 mehan kampanyayê berdewam bike û armanc dike ku ji bo azadiya Ocalan hêza heyî têxe nava liv û tevgerê. Kampanya ku li salona Sînema ya Yilmaz Guney hat destpêkirin, bi tevlêbûna wekîlên HDP'ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Saadet Becerikli endam û rêveberên HDP û DBP'ê, Dayikên Aştiyê, endamên KJA û gelek welatiyên din amade bûn. Li salonê posterên mezin ên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. 'Xeta me ya sor Ocalan e' Di civîna kampanyayê de wekîla HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku Ocalan mimarê projeya komara demokratîk û ekolojîk e û temînata aştiya gelê kurd û tirk e. Aşye Acar, da zanîn ku tenduristiya Ocalan wan dixe nava fikaran û Ocalan ji bo jinan û gelê kurd xeta sor e. Ayşe Acar xwest bi lezgîn heyetek serbixwe biçe Îmraliye lêkolîn bike û agahiyên şênber bi gel re parve bike. Acar, da zanîn ku ew dê bi şîara azadiya Ocalan li her derê têkoşîna xwe bilind bikin. Ayşe Acar, da zanîn ku wan bi silogana "Her Warek Welatek" kampanya daye destpêkirin û wer warek welatê jiyanê ye. Civîn bi silayta ji bo Ocalan hatibu amadekirin bi dawî bû. Di 12'ê Tebaxê de dê li Salona Konferansê ya Şaredariyê panel û di 17'ê tebaxê de li Amedê bi girseyî tev li "Nobeta Azadiya Ocalan" bibin û di 1'ê Îlonê de jî dê li bajar mîtîngek gelek mezin pêk bînin. (mae)