KJA li Colemêrgê bo azadiya Ocalan dadikeve qadan 2016-08-09 15:46:31 COLEMÊRG (DÎHA) - Koordînasyona Colemêrgê ya KJA'yê, starta kampanyaya "Ez xwedî li serokê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" ku ji bo dawî li tecrîda arasteyî Ocalan bê destpêkiribû, da. Koordînasyona Kongreya Jinen Azad (KJA) a Colemêrgê, ji bo kampanyaya "Ez xwedî li serokê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" ku çedn roj berê strata wê dabû, îro li Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên navçe û bajêr ên HDP û DBP'ê, Hevşaredarê Geverê, endamên meclîsa şaredariyê û yên giştî beşdarî civînê bûn. Di civînê de aktivîsta KJA'yê Leyla Oztûnç axivî û bo demildest dawî li tecrîda arasteyî Ocalan bê bang kir. Oztûnç anî ziman ku sedema bingehîn a aloziya li Tirkiyeyê redkirina pêşnûmaya "komara demokratîk" a Ocalan e û wiha got, "Ev rewş rêyeke tarî li ber Tirkiyeyê xêz dike. Hîn jî gelê kurd rastî tecrîd û gefan tê, ku ev cinobûyî ne. Ji ber vê em wek jinan, bifikar in. Ji bo ewleyî û tenduristiya Ocalan, divê daxwaza gel a şandina heyeta bo Îmraliyê pêk were." Oztûnç a ku got, "Em wek jinan êdî ne li Îmraliyê, di şert û mercên azad de dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin" wiha domand: "Heke ev pêk neyê, dê Tirkiye her bi rûxandina pergalên polîtîk re rû bi rû bimîne. Me bi kampanyaya 'Ez xwedî li serokê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim' wek navê têkoşîna xwe yî vê pêvajoyê diyar kir." Oztûnç derbareyê piştevaniya bi Geverê de jî axivî û bang li jinan kir da ji bo ji nû ve bajarên rûxandî ava bikin, beşdarî kampanyaya "Her Warek Welatek" bibin. (red)