KESK bo endamên xwe yî ji peywirê hatin dûrxistin bertek nîşan da 2016-08-09 14:06:26 COLEMÊRG (DÎHA) - Platforma Şûbeya KESK'ê ya Colemêrgê ya ku di baregeha lêpirsînên hewldana derbeyî de gellek endamên wan ji peywirê hatin dûrxistin, diyar kir ku ew dê vê nêzîkatiyê tu carî qebûl nekin. Platforma Şûbeya KESK'ê ya Colemêrgê ya ku di baregeha lêpirsînên hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê de bi îdiaya "Endamên cemaetê ne" gellek endamên sendîqayên ku girêdayî wan ji peywirê hatibûn dûrxistin û têkildarî vê îro li avahiya şûbeyê civîna çapemiyê li dar xist. Di civîna ku gellek kedkar beşdarî wê bûn de, Hevberdevkê KESK'ê Alî Tugan axivî û got, tu carî endamên wan bi Cemaeta Gulenî re tevnegeriyane. Tugan diyar kir ku ew vê pêvajoya ku veguherandine "Nêçira Pîrevokan" qebûl nakin û wiha got, "Ji roja ku KESK avabûye heta niha, her têkoşîna ked û demokrasiyê ya ku tim di hedefa derbeyan de ye parastiya û li dijî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê jî bi awayekî aşkereyî tewrê xwe daye der." Tûgan dest nîşan kir ku li gellek deveran endamên wan ji peywirê hatine dûrxistin û ew vê nêzîkatiyê qebûl nakin û li dijî îstîhdama peymandanî ya ku li şûne kedkarên ji peywirê dê bêne bicihkirin bertekên xwe da der. Tûgan diyar kir ku ji bo li dijî van derhuqûqiyan bê rawstandin divê hewldayîn xwe bidin der û wiha got, "Em dê mafê huqûqî yê her endamekî xwe yê ku ji peywirê hatiye dûrxistin heta dawiyê biparêzin û bila bê zanîn ku em div î awarî de bi biryar in. Bila şik û gumana tu kesî tune be dê di demeke nêz de endamên me vegerin ser karê xwe." (red)