Her meh ji her karkerekî 300 tl qut dikin 2016-08-09 09:11:02 MERSÎN (DÎHA) – Karkerên hemal ên di Lîmana Mersine de dixebitin diyar kirin ku wekî koleyan dixebitin. Piştî li lîmanê 4 karker jahrînî bûn karkerna şert û mercên lîmanê vegotin. Karkeran anîn ziman ku karkeran dixin pêşbirga kar û hesabê wan ê bankê tên desteserkirin. Karkeran anîn ziman ku her meh ji her karkerekî 300 tl pere qut dikin û 210 tl fonên teşfîkê jî desteser dikin. Li Lîmana Mêrsînê 4 karerên fîrmaya Oz Guneş ji ber îlacên zîraî yên di êmê sewalan de bikar tinin jahrînî bûn. 4 karkerên rakirin nexweşxaneyê heqê wan ê kar jî nehat dayîn. Li ser vê yekê karkerên Lîmana Mêrsînê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku wekî koleyan dixebitin. Karkerê bi navê îrfan Demir, anî ziman ku piraniya karkeran hemaliyê dikin û karkeran li hemberî hev dixin nava pêşbirgê. Demir da zanîn ku bi vê pêşbirgê hem bêtir dem qezenç dikin û hem jî bêtir bi kedek zêde û heqekî erzan kar derdixin holê. Demîr, bilêv kir ku meaşê karkean êsabît tune û ewlehiya wan a kar jî tuneye. Em di şertên asayî de heqê askarî distînin. Lê ew tenê 100 tele radizînin û 300 tl jî desteserdikin. Dîsa 210 tl alîkariya zargoan a fon jî ji aliyê fîrmayê ve tê qutkirin. Ji ber ku em hemal in me di karkerên zor û zahmed de didin xebitandin. Demir, da zanîn ku karkerên mafê xwe dixwazin û dixwazin heqê wan zem bikin jî rastî gefên "em dê we ji kar derxin" tên. Demîr, anî ziman ku hatina kar diyar e, lê derketina kar ne diyar e. Demir, bilêv kir ku hin caran heta 32 saetan li ser hev kar dikin. Demir, da zanîn ku dema nexweş dikavin û sersaxiyên wan çê dibin jî bi zor û zahmetî desturê digirin. Karkerê jahrînî bûn Ayhan Demîr jî da zanîn ku bi heqê paketek cigaxe konteynirên 25 ton didin valakirin û wiha got: "Piştî em bûn endamên sendîkayê zextên li ser me zêd bûn. Karkerên li Lîmana Mêrsînê dixebitin di şert û mercên koletiyê de dixebitin. Hemû maf û keda wan tê binpêkirin û rastî neheqiyên giran tên." Karkerê Şîrketa Oz Guneş Okkeş Şenkaya jî anî ziman ku patron zextên giran li ser karkeran dimeşîne û wiha got: "Li Lîmana Mêrsînê gelek fîrmayên hemalan hene. Hemû wekî koleyan dixebitin. (mae)