Xwîşkên dêrîkî bi zebeşê debara xwe dikin 2016-08-08 09:13:11 DERSIM (DÎHA) - Leyla Başaran û Hamdiya Başaran ên ku ji Mêrdînê hatine li Dersimê zeviyek kirê kirine bi zebeşên ku çandine û niha kom dikin debara malbata xwe dikin. Herdu xwîşkên bi navê Hamdiye Başaran û Leyla Başaran li taxa Harçîk a Dersimê zeviyeke 30 donimî kirê kirine û li vir petix û zebeş çandin û niha mehsulên xwe kom dikin. Herdu xwîşkên ku li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê dijîn ji ber rewşa aboriyê ya malbatê dev ji dibistanê berdan û li herêma Egeyê xebitîn, 10 sal in jî dem bi dem tên Dersimê û niha li vir bostanê xwe çandin. Herdu xwîşk li zeviyê 30 donim ê kirê kirine petix û zebeşê diçinîn û weke xebateke mînak niha pêk tînin. Difiroşin hemû dikanan Xwîşkên Başaran ên 8 xwîşk û bira ne û debara malbatê ew dikin mehsulên xwe kom dikin. Sere sibehê tên zeviyê û zebeşên ku li traktoran bar dikin, mehsulên ku hema ku difiroşin hemû dikanên Dersimê. Di heman demê de li dezgehên ku li ser riya Dersim û Erzînganê datînin jî difişorin rêwiyan. 'Em li malbata xwe dinêrin' Leyla Başaran anî ziman ku 10 sal in dem bi dem tên Dersimê û mirovên Dersimê gelek hez dike. Başaran bilêv kir ku bi zeviya ku kirê kirine ve jî karê xwe dikin. Başaran anî ziman ku du xwîşkên wan dixwîne, dayika wan nexweş e bi tevahî barê malbata ku ji 10 kesan pêk tê girtine li ser milê xwe û li malbatê dinêrin û wiha got: "Ez û xwîşka min Hamdiye hatin vê derê. 30 donim zevî kirê kir. Berê em li Amedê dixebitîn. Niha me li 30 donimê zebeş çandiye û zebeşên xwe kom dikin. Li malbata xwe dinêrin." Başaran da zanîn ku 10 sal in tê Dersimê wiha axivî: "Xweza û mirovên Dersimê gelek baş in. Bi rastî jî Dersim ciheke jê neger e. Gelê Dersimê gelek baş nêzîkî mirovan dibin." (sa)