Jinan bo kapmanyaya 'Malbata Xwebira' bana piştgiriyê kir 2016-08-07 14:07:20 MÊRSÎN (DÎHA) - Koordînasyona KJA'yê ya Mêrsînê, piştî hewldana derbeyê der barê tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî da û diyar kir ku divê her kes xwedî li kampanyaya "Malbata Xwebira" ya bi şiyara "Her warek welatek e" derkeve. Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a Mêrsînê, bi daxuyaniyekî bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û kampanyaya ji bo herêmên ji hêla hêzên dewletê ve hatine rûxandin û bang li gel kir ku piştgiriyê bidin kampanyaya bi banga "Her warek welatek e" ya "Malbata Xwebira" û xwedî li kampanyayê derkevin. Daxuyaniya di avahiya HDP'ê ya Mêrsînê de hat dayîn de, pankarta "Ez xwedî li Rêbertiya xwe, axa xwe û azadiya xwe derdikevim" hat vekirin. Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Sîbel Yîgîttekîn di civînê de axivî û diyar kir ku sedema kûrbûna şerê li Tirkiyeyê tecrîda giran kirî ya li ser Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û neqebûl kirina projeya komara demokratîk a Ocalan e. Yîgîttekîn got "Îro hêj emkanîka derbeyê di dewrê de ye, agahî ji Birêz Ocalan negirtin me dixe nava fikaran. Ji bo ev fikar bên bi dawî kirin, divê heyetek biçe Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û agahiyên der barê Birêz Ocalan de parve bike." Yîgîttekîn herî dawî bang li tevahiya gel û bi taybetî jinan kir ku xwedî li kampanyaya "Malbata xwebira" ya bi şiyara "Her warek welatek e" derbikevin. (ms)