Mehsûla yekem bostanê jinan hat komkirin 2016-08-06 09:12:04 DERSIM (DÎHA) - Li bostanê ku jin diçînin a bi pêşengiya Şaredariya Dersimê mehsûlên yekem hate komkirin. Sebzeyên ku ji tovên organîk tên bidestxistin li kesên ku pêdiviyan wan heye hat belavkirin. Li bostanê ku bi pêşngiya Şaredariya Dersimê ji bo keda jinan bê dîtin hate vekirin beriya 3 mehan li ser 15 donimê hate vekirin mehsûlên yekem hate komkirin. Li bostanê ku tovên organîk ên salên borî ji gund û navçeyan hate komkirin hati çandin, qet dermanên zireatê nehat bikaranîn. Dîsa piştî ku mehsûlan kulîkl vekirin ji bo ku bihok zirarê nedin bostan li şûna derman duyê sergînan hat bikaranîn. Jinên ku balîcanên sor, îsot, balîcanên reş, gundir, hiyar çandin bi heyekecaneke mezin mehsûlên xwe kom kirin. Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun heyecana komkirina mehsûla yekem vegot. Têgeha 'hûn nikarin bikin' guherandin Altun destnîşan kir ku piştî ku mehsul hate komkirin qîmeta kadê baş hate fêmkirin û wan hedefa xwe ya yeke bi cih aniye. Altun anî ziman ku dema ku proje dane destpêkirin hin kesan gotine "hûn nikarin bi ser kevin" û wiha berdewam kir: "Heke jin bixwazin tiştekî ku nekin nîne. Rewş çiqas giran be jî bes bila jin hedefê daynin pêşiya xwe. Ji bo hedefa xwe kedê bidin û hewl bidin. Ev mînaka wî ye, rastiyeke jinan e. Ji ber vê yekê jî em bi rastî jî bi heyecan in. Li vir em ji ber ku mehsulên xweziyî hildiberînin bi vî ser bilind in. Bostan ji bo ku mewî girêdana dayikekî bi zarokê xwe re ye. Rojên borî dema ku bi şev gelek baran barî hevalên vê derê fikara 'gelo zipîk li bostan ket' jiyan. Ev hest nayê vegotin divê bê jiyankirin." Komun jî hate avakirin Midûra Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Dersimê Ayten Kordu jî diyar kir ku dema ku dixebitin ji ber germê gelek westiyane lê kêfxweşiya ev west derbas kirine. Kordu diyar kir ku keda ku didin parvekirina bi hevre gelek girîng e û wiha axivî: "Tişta ku me dixwast li bostan bikin hebû. Bi kedê re komuna hevpar. Bi kedahevpar mehbul bidestxistin bû. Em kêfxweşiya vê dijîn." Li kesên pêdiviya wan heye belav kirin Kordu anî ziman ku îsal ji bo wan yekem e û wiha got: "Kêmasiyên me hebû. Em dixwazin vî bikin terzê çand û jiyanê. Divê vê Pêş bixin û belav bikin. Dem bi dem dildar tên. Divê ev hejmar zêde be. Em dixwazin qadên hevpar zêde bin. Em ê mehsûlên ku kom kir li kesên kal û pîr, astendar û pêdiviyên wan heye belav bikin." (sa)