Qetilkirina Amîne Demîrtaş hat şermezarkirin 2016-08-05 14:46:16 ÊLIH (DÎHA) - Li Êlihê jinên ku ji bo Amîne Demîrtaşa ku ji hêla kekê xwe ve bi îşkenceyê hat qetilkirin, ragihandin ku dê şopdarê dozê bin. Her wiha jinan diyar kir ku ew dê ji bo Demîrtaş 3 rojan çalakiyan li dar bixin. Meclîsa Jinan a Şaredariya Êlihê, ji bo Amîne Demîrtaşa 17 salî ya ku di 2'yê Tebaxê de ji hêla kekê xwe ve bi saetan rastî îşkenceyê hat û dawiyê hat qetilkirin, daxuyanî da. Daxuyaniya ku li ber Navenda Şêwirmendiyê ya SELÎS'ê hat dayîn, li gel hevgirên DBP, KJA û lîstikvanên Tîma Fûtbolê ya Jinan a Şaredariya Êlihê gellek kes beşdarî wê bûn. Di daxuyaniyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Şaredariyê Berîvan Acar axivî. Acar dest nîşan kir ku bi awayekî civakî û sîtematîk bi takekesiyî ser qetilkirina jinan tê nixumandin. ‘Bi hezaran sal e pergala mêrî ya serdest şidetê hildiberîne' Acar wiha axivî, "Pergala mêrî ya serdest bi darizandin, medya, bi hêza xwe yî bazbendiyî bi awayekî sîstematîk bi hezaran sal e şidetê hildiberîne. Li gor biryarên darizandinê, di pêvajoyên dadgehê yên ku didomin de, bo kujerên jinan di bin navê "tehrîka neheqî"yê de daxistina cezayî tê sepandin û ev di nezda dewletê de bo feraseta mêrî hîn mînakek e." Acar diyar kir ku ew dê şopdarê jinên ku tên qetilkirin bin û wiha axivî: "Li dijî vê çand û pergala ku dijminahiya jinê dike, wek qetilkirina Ozgecanê bo piştevanî û zexmkirina têkoşînê em bang li hemû jinan dikin." Her wiha jinan ji bo Demîrştaşê bernameya xwe yî çalakiyan a bo 3 rojan jî aşkere kir. Bername bi vî awayî ye: * Di 9'ê Tebaxê saet di 18.00'an de, dê li ber Mala Gel a Ahmet Kaya bê civandin û dê heta kuçeya ku Demîrtaş lê dijiya meşek bê li dar xistin û dê li wir bi jinan re hevdîtin pêk bên. * Di 10'ê Tebaxê saet di 16.00'an de li park, otobês û kuçeyan ji bo bertekdayîna li dijî qetilkirina Demîrtaş dê afîş bên daliqandin. * Di 11'ê Tebaxê saet di 17.00'an de li gel hemû saziyên sivîl, li ber Sînemaya Yilmaz Guney dê daxuyanî bê dayîn. (red)