Xwişka xwe kuşt 2016-08-04 11:10:58 MAHMUT RUVANAS ÊLIH (DÎHA) - Li Êlihê ciwanê bi navê Kasim Demîrtaş, xwişka xwe ya 17 salî Amine Demirtaş bi îşkenceyê qetil kir. Piştre jî gef li welatiyên taxê xwar. Kasim û bavê xwe M.Demîrtaş, piştî hatin binçavkirin hatin girtin. Amine ji aliyê malbat û şêniyên taxê ve wekî Kubra dihat binavkirin. Amîne, di 2'ê Tebaxê deli taxa Huzur a Êlihê ji aliyê birayê xwe Kasim Demirtaş ve hat qetilkirin. Kasim Demîrtaş, 5 saetan îşkence li xwişka xwe ya 17 salî Amine kir û ew qetil kir. Xwest wekî ku qeza çêbûye û bi ceyranê ve zeliqiye nişan bide. Bira Kasim Demîrtaş û bav M. Demirtaş piştî hatin binçavkirin û derxistin pêşerî dadgehê hatin girtin. Welatiyên taxê jî hêj di şoqa bûyerê de ne. Welatiyên taxê dixwazin cezayê ku heq kiriye bibîne. Cîranê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku malbata Demîrtaş, zarokên xwe di temenê biçûk de diwecinînin û 3 xwişkên ji Amine Demirtaş mezintir berî 18 salî hatin zewicandin. Kasim ê ku Amine Demirtaş qetil kir zewicî ye û bavê 2 zarokan e. Amine zarokek di halê xwe de bû û tu zerara wê nedigihişt derdorê. Lê li gel vê yekê Kasim Amîne bi awayekî hov qetil kir û piştre wekî ku qeza pêk hatibe nîşan da. Wekî ku bi ceylanê ve zeliqî be û ji ber ceyranê jiyana xwe ji dest dabe nîşan da. Dema îşkence kir ji devê wê girê daye û qesî qerîna wê nebihîstiye. Pitre buka wan cilê wê guhertiye û bang li Ambulansê kirine. Şahid, anî ziman ku Kasim ji Saet 12.00’an heta 16.00’an îşkence li Amîne kiriye û piştre qetil kiriye. Şahid, dazanîn ku roja bûyerê ew ji mala xwe qewirandiye û nehiştiye ku biçe mala wan. (mae)