Ji bo Mihrîcana Fîlman a Amedê serlêdan tên kirin 2016-08-03 13:55:21 AMED (DÎHA) - 2'emîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya ku ji hêla Serokatiya Dayreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, dê di navbera 4-13'ê mijdarê de bê lidarxistin. 2'emîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya ku ji hêla Serokatiya Dayreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve tê lidarxistin, dê di navbera 4-13'ê mijdarê de bê lidarxistin. Serlêdanên ji bo mihrîcanê hatin kirin. Mihrîcana bi dirûşma "Sînemaya Bê Sînor" tê lidarxistin û temaya sinemayê dê "azadî" be, di bernameya mihrîcanê de dê sinemaya cîhanê, weşanên taybet, gotobêj û atoliye cih bigirin, fîlmên di mihrîcanê de dê li salonên navend û navçeyên bajêr jî bên nîşandan. Fona Fîlmê ya Sûrê Di çarçoveya mihrîcanê de fîlmên ku tên amade kirin, beşên ku senaryonê bi pêş dixin û ji bo pêşxistina nîqaşan, Fona Fîlimê ya Sûrê dê organîze bike, senaryonên bi zaravayên kurdî hatine nivîsandin dê bên destek kirin, her wiha dê bi erêkirina temaşevanên mihrîcanê Xelata Juriya Gel a Rozerîn Çukur bê dayîn. Dê heta 15'ê îlonê bidome Xwediyên fîlman ên ku beşdarî mihrîcanê dibin divê heta 15'ê îlonê belge û agahiyên pêwîst bişînin navnîşana info@amedff.com ê. Hûn dikarin li ser navnîşana www.amedff.com der barê mihrîcanê de agahiyan bigirin. (ms)