Xwêya herêmê ji vê şkeftê tê temînkirin 2016-08-03 10:07:47 ÎDIR (DÎHA) - Şkefta Xwê ya Navçeya Qulpê ya Îdirê pêdiviya xwê ya gelek bajarên Kurdistanê temîn dike. Ji ber ku ji gelek nexweşiyên wekî astim, bronşît û hwd re dibe derman, ji hêla tûrîstên neteweyî û navneteweyî ve gelekî tê ecibandin. Şkefta xwê ya bi sedan salan pêwîstiyên xwê ya şaristaniyan temîn kir, li ser 55 donimî cih digire û ji hêla gelek tûrîstên neteweyî û navneteweyî ve tê ziyaretkirin. Şkefta li navçeya Qulpê ya Îdirê ye, pêwîstiyên xwêya gelek bajarên wekî Erzirom, Qers, Wan û Amedê dibersivîne. Her wiha ji hin nexweşiyên wekî astim û bronşîtê re jî gelekî baş e. Ji sê beşên paceyan pêk tê Berpirsyarê şkefta xwêy Îsmaîl Taşdemîr diyar kir ku ew xebatên derxistina xwêy di 130 metreyî di binê çiyê de dikin, xwêya ku tê derxistin di aliyê tendirustiyê de gelekî baş e. Taşdemîr aşkera kir ku ew rojê 60 ton xwêy derdixin û der barê xebatên xwe de ev tişt got: "Di gelek beşên şkeftê de bi matqaban kun tên vekirin, piştre ev bi fûnyeyê tên teqandin û xwe digihînin xwêy. Xwêya di makîneyan de tê hêrandin, ji patozê tê derbas kirin û piştre tê torbe kirin." 'Sedî sed xwezayî ye' Taşdemîr diyar kir ku şkefta xwêy ji bo gelek nexweşiyan gelekî baş e û wiha pêde çû: "Di mehên havînê de Îdir gelekî ger e. Derve 35 pîle be, germahiya di şkeftê de 12 pîle ye. Havîn û zivistan germahiya di şkeftê de naguhere." Taşdemîr piştrast kir ku xwêya ku tê derxistin ji bo xarinê jî tê bi karanîn û ev tişt anî ziman: "Ev xwêya kevir ku em dibêjin, piştî di avê de û di ava ji xwêy têrbûyî de tê sekinandin, xweya kulîlkî ya ku em dibêjin ji bo xarinan tê afirandin. Xwêya di nava avê de hilm dide, xwêya wekî kulîlkî ku dişibe krîstalan derdikeve ser rûyê avê. Di xwêya kevir de tenê soydum û klor heye wekî din tu tiştek tune. Yanî sedî 100 xwezayî ye. Ev ji hêla Wezareta Tenduristiyê ve jî hatiye erêkirin û ji bo wê jî tê ecibandin." (ms)