Deşta Amîkê di bin xetereya hişkbûnê de ye 2016-08-03 09:03:45 HATAY (DÎHA) - Deşta Amîkê ya Hatayê xwedî hezar 800 donim erdê çandiniyê ye, ji ber ku bi rêk û pêk nayê avdan û tevdîr nayên girtin terkî qedera xwe hatiye kirin. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê Ahmet Seven, bang li rayedaran kir û xwest demek ji ya din zûtir bi pergala teknolojiyê ya bi dilopî ev ax bên destek kirin. Deşta Amîkê ya Hatayê yek jî deşta ji bo çandiniyê ya herî cuncav e, ji ber ku bi rêk û pêk nayê çandin bi hişkbûnê re rû bi rû maye. Teşta ku xwedî hezar 800 donimî ye, dikare bi ava Çemê Asî, Bendava Yarselî, Bendava Reyhani û gelek avên binerdî bê avdan, lê ji ber bê kontrol tê avdan bi û tevdîr nayên girtin herêm hişk bûn ye. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê Ahmet Seven, aşkera kir ku divê bi lez tevdîr bên girtin, divê pêşiya avdana bê kontrol jî bê girtin û ev tişt got: "Ji bo ev bê astengkirin em dixwazin li Deşta Amîkê drenaj û xizmetên binesaziyê bên saz kirin." 'Tevdîrên heyî kêm in' Seven bi lêv kir ku dema Bendava Reyhanliyê biqede, dê qetandinên avê bên astengkirin û dê 600 donim erd bi rihetî bê avdan, ji cihê qanalên servekirî, bi qanalên sergirtî avdan bê kirin û ev tişt got: "Ev rewşeke kêfxweşiyê ye, heke wiha biçe dê beşeke avdanê bê çareser kirin. Her wiha divê Wezareta Çandinî û Sewalkariyê cotkaran di perwerdeyeke cidî re derbas bike, divê demek ji ya din zûtir ev xebatên perwerdeyên jî bên destpê kirin." 'Divê em pêşeroja xwe biparêzin' Seven destnîşan kir ku deşta mijara gotinê ne tenê ji ber avdana bê kontrol bi hişkbûnê re rû bi rû ye û di heman demê de gelek çoltar, daristan û çiyayên herêmê ji hatine texrîbkirin û ev tişt anî ziman: "Em dixwazin pêşeroja xwe hildin bin ewlehiyê. Em dixwazin ji zarokên xwe re pêşerojeke baş bihêlin û berî her tişti divê erdên çandiniyê bên parastin." (ms)