OHAL'ê cotkar jî mexdûr kir 2016-08-01 09:11:17 MÊRSÎN (DÎHA) - Piştî îlan kirina OHAL'ê her roja ku derbas dibe li Tirkiyeyê krîza aborî kûr dibe, ji vê krîzê sektora herî zêde pê bandor dibe jî seravanî ye. Çotkarên ku kîloya îsota dida 4 lîreyî bi krîza nû re kîloya îsota bi lîreyekî diçe, çotkaran bang li hikûmetê kir ku dest ji vê şaşitiyê berde. Ji ber polîtîkayên şaş yên hikûmetê li Tirkiyeyê her roj krîz kûr dibe, herî dawî bi îlan kirina OHAL'ê re sektorên li Tikiyeyê îflaz kirin. Ji van sektoran yek jî sektora cotkariyê ye, beşeke taxa Kazanli ya Mêrsînê bi karên seravaniyê re mijûl in, ji ber krîza heyî welatî nikarin ji bo berhemên xwe derman jî bistînin. Welatiyê bi navê Ahmet Yaman da zanîn ew di şertên zehmet de seravaniyê dikin û ji ber krîzê giliyên xwe anî ziman. Cotkar di zehmetiyê de ne Yaman aşkera kir ku ew kedeke gelekî zêde didin, lê bedêla wê nagirin, sedema vê jî ji ber polîtîkayên xelet ên li welat tên meşandin. Yaman bi lêv kir ku AKP'ê ji bo welatî berheman biafirînin, ew teşwîq kirine lê ji ber ku berhemên wan nayên îhrac kirin ewgelekî zehmetiyan dikişînin û ev tişt got: "Mînak pêwîstiya welat bi 100 hezar tun îsot heye, hûn 400 hezar tun îsot biafirînin û bingeha şandina derveyî welat ava neki, dê cotkar perîşan bin. Niha tişta ku qeqwimî ye ev e." Yaman aşkera kir ku piştî têkiliyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de xira bû, gelek berhemên wan di destê wan de ma. Îsotên 4 lîreyî bi yek lîreyî difroşin Welatiyê bi navê Mahmut Yîgît jî diyar kir ku her roja ku derbas dibe bandora krîzê hêj zêdetir kûr dibe, lê hikûmetê der barê vê krîzê de hêj ji bo cotkaran tu tişte nekiriye. Yîgît got ku pêwîstiyên bi lezgîn ên ji bo seravaniyê gelekî buha ye, ji ber wê jî mesrefên wan gelekî zêde bidin, ji ber krîzê berhemên wan tu qîmetê nabîne. Yîgît destnîşan kir ku berî OHAL'ê wan kîloya îsotan bi 4 lîreyan difirot, niha bi yek lîreyî difroşin. (ms)