Yuksekdag: Berî her kesî me li dijî tang û balafiran di ber xwe da 2016-07-29 21:59:57 ENQERE (DÎHA) – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di civîna jinan a Mamak Tuzluçayirê de diyar kir ku ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe pêdivî bi çareseriya demokratîk heye û xwest ji nûve Qanûna Esasî bê sazkirin. Yuksekdag, komkujiya Qamişlo şermezar kir û ji malbatan sersaxî xwest. Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Enqereyê li Mamak Tuzluçayirê bi silogana “Em jin li dijî darbeyan azadiya xwe diparêzin" civîn pêk anî. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag wekîlên HDP'ê Filiz Kerestecîoglu, Çaglar Demirel û Leyla Birlik amade bûn. Di mîtîngê de pankarta “Em li dijî şerê Emperyalistan têdikoşin. Em stu xwar akin. Em di ber xwe didin û fêrdibin û xwe bi rêxistin dikin û bi ser dikevin." vekirin. Dîsa dowîzên “Ji OHAL’ê re na", “Ji tecrîdê re na, muzakere hema niha" û “Ji darbeyan re na, demokrasî hema niha" bilind kirin. Nûnerên AKA-DER, EMEP, SEP, ESP, TUHAD-FED, ADAD, HDK û hevparên gelek saziyên din ên jin di civînê de hatin cem hev. Girsê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwest û xwest Tirkiye cenazeyê Eylem Ataş teslîmî malbata wan bike. Jinan di civînê de bê navber siloganên “Jin Jîyan azadî” berz kirin. Hunermend Pinar Aydinlar û axaftvanên din ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadi xwestin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, diyar kir ku ew li hemberi hemû darbe û tundiyan in û li dijî dagirkeran azadiya xwe diparêzin. Yuksekdag, anî ziman ku darbe û şer berhemên hişmendiya mêrê serdest e û hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê ji berhemê îxtîdar û desthilatdariyê ye. ‘Me ji bo şerê tangan Tirkiye hişyar kir' Yuksekdag, diyar kir ku dema tang derketin kolanên bajarên Kurdistane wan hikûmet hişyar kir û diyar kirin ku sibê berê tangan biçe ku ne diyar e û hikûmet hişyar kirin. Yuksekdag, anî ziman ku balafirên li Nisêbînê malên gel bombe kirin îro meclis bombe kir û wiha got: "Em her dem li dijî şer dibêjin li diji darbeyas siyaseta demokratîk û aştiyê diparêzin. Yuksekdag, anî ziman ku pirsgirêka kurd dê bi çareseriya demokratîk çareser bibe û ji bo ve yeke Qanûna Esasi ya demokratîk ferz e. (mae)