Jinên kurd: Divê YE ji bo Ocalan tev bigere 2016-07-29 12:33:03 HANNOVER (DÎHA) - Jinên Kurd ên ewropayê ji ber ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe welatên Yekîtiya Ewropa (YE) hişyar kirin û xwestin ji bo Ocalan têkevin nava liv û tevgerê. Jinên kurd wiha gotin: "Ger ku em aştiyê dixwazin divê Rêberê me azad be. Ji ber ku azadiya wî azadiy me ye' Jinên kurd ên bajarê Hannover ya Almanyayê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kirin û xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Jinên kurd destnîşan kirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêdeyî sal û nîvekê ye di bin tecrîda giran de ye û tu agahî jê nayê girtin. Jinan xwest Yekîtiya Ewropa (YE) li hemberi tecrîda Ocalan têkevin nava tevgerê. Bila hevdîtin bê kirin Jina kurd Kudret Durak, anî ziman ku ji ber ew agahî ji Ocalan nagirin bi fikarin û wiha got: "Divê Yekîtiya Ewropa zextan li Tirkiye bike ku em agahî ji Serokê xwe bigirin. Divê CPT cemaweriye agahdar bike. Heta ku em agahî ji Serokê xwe bigirin em dê di nava çalakiyan de bin. Em 30 salin di rêya Serokê xwe Ocalan de ne. Bila hemû cîhan zanibe ku emê di şopa Serokê xwe de bin." 'Bila kurd li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin' Jina kurd Xezal Bilgin jî kurdên bêdeng rexne kir û xwest kurd li hemberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng nemînin. Welatiya bi navê Şirin Aklan jî anî ziman ku heta Ocalan azad nebe aştî nayê Tirkiye û xwest her kes ji bo Azadiya Ocalan di nava tevgerê de be. Welatî Seher Nergiz jî da zanîn ku 2 heftene ji bo Rêberê xwe çalakiyan pêk tînin û wiha got: "Ger ku em aştiyê dixwazin divê Rêberê me azad be. Ji ber ku azadiya Ocalan azadiya me ye" 'Bila YE têkeve nava tevgerê' Welatiya Ewropayê Altey Bischoff jî anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan azad bibe û xwest welatên Yekîtiya Ewropayê li dijî helwesta Tirkiye têkevin nava tevgerê. Bischoff ji kurdan jî xwest ku her kes ji bo Ocalan dakeve qadan. (mae)