Li Amedê Navenda Jîngeha Jinê hat vekirin 2016-07-28 12:33:39 AMED (DÎHA) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo jinan tevli aborî û jiyana civakî bike, Navenda Pêşxistina Jîngeha Jinê (KÎGEM) vekir. Sazîbûna jinên kurd her ku diçe zêde dibe, Serokatiya Dayreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo jinan tevji aborî û jiyana civakî bike, xebatên avakirina saziyên jinan didomîne. Di pêşengtiya jinan de li Amedê Navenda Pêşxistina Jîngeha Jinê (KÎGEM) hat vekirin. Tê xwestin bi avakirina navendê re jinên ku dixwazin bixebitin, jinên di kîjan karî de serkeftî ne dê, wan bikin xwdî kar û bi vekirina kurs û sektorên cuda, di her beşê de ji bo jinan derfetên kar ava bikin. Serlêdanan dest pê kir Midûra Şaxa Bihêzkirina Aboriya Jinê ya Serokatiya Dayreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Amedê, Fatma Esmer, diyar kir ku KÎGEM herî zêde dixwaze hêza jinê derxe holê, di aliyê kar û xebatê de ew dixwazin ji bo her kesî derfetê kar saz bikin û wan tevli jiyan civakî bikin. Esmer aşkera kir ku armanca wan ew e bi riya KÎGEM'ê xwe bigihînin jinan û piştrast kir ku ew serlêdanan qebûl dikin. (ms)