Demîrtaş: Wêderkirina HDP'ê nîşaneya neçareseriyê ye 2016-07-25 10:06:53 ENQERE (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, der barê banga Serokomarê tirk Erdogan a ji bo serokên giştî yên CHP, MHP û AKP'ê de axivî û diyar kir ku bangî wan nekirin jî dide xuyakirin ku dê pirsgirêk berdewam bike. Demîrtaş bi lêv kir ku di bin navê şahiyên demokrasiyê de HDP wêder kirin dê pirsgirêkên li Tirkiyeyê hêj zêdetir kûrtir bike. Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan, dê îro ji ber helwesta serokên giştî yên CHP, MHP û AKP'ê ya li dijî derbeyê ji wan re spasiyên xwe bike û ji bo wê bangî serokên partiyan kir. Lê HDP'ya ku berî civîna lîderan pêşniyar kiribû û li dijî derbeyê metna li dijî derbeyê jî îmze kiribû, ji bo hevdîtinê nehat dawet kirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş der barê vê mijarê de bi rojnamegeran re sohbetek kir. Demîrtaş bi ken got "Ji ber ku ew min guhdar dikin ev baş e" û da zanîn ku piştî hewldana derbeyê, wêderkirina HDP'ê bêhişî ye û ev tişt anî ziman: "Ev jî dide xuyakirin ku hêj rastiya derbeyê baş li ber çavan negirtine. Nivteya demokrasiya li Tirkiyeyê HDP ye û girseya ku HDP wan temsîl dike ye. Tişta ku dibe sedema derbeyê jî neçareserkirina meseleya kurd e û her dem ev pirsgirêk hewalekirina leşkeriyê ye. Niha dîsa bi tunehesibandina HDP'ê û bi gotina em ê bi 'eniyeke mîllî ya tirk pirsgirêkê çareser bikin' ew pirsgirêka wan e, ev nêzîkatî gelekî kêm û şaş e." Demîrtaş bi lêv kir ku ev rewşa heyî ya ku ji hêla partiyên muxalîf ve mehandina jî ecêb dît û wiha pêde çû: "Di bin navê şahiyên demokrasiyê de, beşên di bin sîwana HDP'ê de hatine gel hev wêder kirin, dê pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser neke. Ev geşedaneke ku bi rastî jî derbekar dixwazin çi bikin hêj fêmnekirine dide nîşan. Derbekaran xwest hevduveqetandinekî bikin, ev jî nanê derbekaran rûn dikin. Tişta ku dikin ev e. Li hemberî HDP'ê hêrseke wane gelekî mezin heye. Ji ber ku HDP'ê partiya herî rexneyên hişk li hemberî AKP'ê dike ye. Hilbijartinên di 7'ê Hezîranê û 1'ê mijdarê de hevkêşeyeke di navbera HDP-AKP'ê de derket pêş." Di vir de çareseriyek dernayê Demîrtaş herî dawî destnîşan kir ku civak tê gel hev lê siyaset nayê gel hev û ev tişt got: "Di vir de çareseriyek dernakeve. Di kîjan mijarê de li hevdu nakin, bila di vê civînê de li hev bikin. Di gelek mijaran de yên ku cuda difikirin em in. Divê ev 3 partî bi şêweyekî bi mere hevdû bên. Dema ev 3 partî bên gel hev û bêjin me li hevdu kir, dê pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser neke." (ms)