'Di OHAL'ê de jin dê bêhtir hedef bên girtin' 2016-07-25 09:29:59 MÊRDÎN (DÎHA)- Kordînasyona Jinê ya Nisêbînê ya ji bo peçandina birînên li navçeyê hat avakirin li hemberî ranekirina qedexeyê nerazîbûn nîşan da û fikarên ku bi OHAL'ê re qedexe dê dirêj bibe dijî. Jinan diyar kirin ku di dema qedexeyê de xebatên jinan hatine astengkirin û wiha gotin: "Bi pêkanîna OHAL'ê re tiştên ku darkeber dixwazin bikin dikare biqewime. Di vî rewşê de jî herî zêde jin tên hedefgirtin û jin bi şîdetê re rû bi rû dimînin." Kordînasyona Jinê ya Nisêbînê ku ji bo birînên welatiyên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku bi mehan e di bin êrîş û dorpêçê de ne bipêçin hate avakirin ji ber OHAL'ê dorpêç ji ber ku nehatiye rakirin nikare dest bi xebatên xwe bike. Endamên kordînasyonê dixwazin qedexe bê rakirin. Ji edamên kordînasyonê endama Odeya Tabîban a Mêrdînê Derya Etem diyar kir ku ji bo birînan bipêçin piştevaniyê kordînasyon ava kirine û wiha axivî: "Ez û ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hevaleke me ya jin ji bo çavdêriya reway tenduristiyê, pêwîstî bi çi heye lêkolîn bikin tevlî kordînasyonê bûn." Etem anî ziman ku bi Odeya Tabîban, Midûriyeka Tenduristiyê û Walîtiyê ve hevdîtin pêk anîne, piştî ku qedexe bê rakirin di merhaleye yekemîn de dê li ser Navendên Tenduristiyê ya Malbatê bê dayîn, yên merhaleya duyemîn jî li ser nexwexnayena bê dayîn deme ku têrê nekir ew ê piştgiriyê bidin. Etem li hemberî ranekirina qedexeyê nehêle xebata ku plan kirine bixin pratîkê, nêzîkatiya ku heyeta jinan di 19'ê tîrmehê de rû bi rû ma bi bîr xist û wiha got: "Li hemberî koma ku evqas bi niyeteke baş hatiyê rû bi rû maye aqilên mirovan nagire." 'Li Tirkiyeyê piştî darbeya 80'an ber bi başiyê ve neçû' Etem da zanîn ku gelên Tirkiyeyê pêkanînên rêveberiyê awarte berî jî dizanin, di vê pêvajoyê de mirov dîsa ji malên xwe canên xwe dibin û bal kişand li ser hewldana darbeyê. Etem wiha axivî: "Darbeyên leşkerî ji aliyê cihanê ve nayê qebûlkirin. Li Arjantînê piştî darbeyê ber bi başiyê ve çûn. Lê li Tirkiyeyê piştî darbeya 80'an ber bi başiyê ve neçû." Etem destnîşan kir ku di dema OHAL'ê de maf û azadî nayê kêmkirin ji holê tê rakirin. Etem got ku li Tirkiyeyê windakirinên di bin çavan de piranî di dema OHAL a salên 90'an de qewimî û ib OHAL'ê re maf û azadiyên mirovan ji destên wan hate girtin. 'Xebatên jinan tê astengkirin' Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Endama Kondînasyona Jinê ya Nisêbînê Mekiye Guzel jî astengkirina wan a çûyîna navçeyê berdewama êrîşên li dijî jinan e, ji ber dorpêça li Nisêbînê li navçeyê xebatên jinan jî tê astengkirin. Guzel anî ziman ku piştî qedexe li navçeyê hate îlankirin êrîşên li dijî jinan zêdetir bûn û wiha berdewam kir: "Li Nisêbînê beriya 2 rojan du jinan ji ber teqînekî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku polîsan asteng kirin me nekarî xwe bigihînin wan." Guzel têkîldarî OHAL'ê jî diyar kir ku li Tirkiyeyê demeke dirêj e OHAL heye, di van pêvajoyan de herî zêde jin tên hedf girtin, jin bi şîdetê re rû bi rû dimînin. Guzel anî ziman ku ji ber dorpêçê kordînasyon nikare dest bi xebatan bike ji ber vê yekê jî dixazin li navçeyê qedexe bi lezgîn bê rakirin. (sa)