Jin dê li dijî OHAL'ê parastina cewherî pêk bînin 2016-07-24 10:54:30 ÎZMIR (DÎHA) - Piştî hewldana derbeyê OHAL'a ku hat îlankirin rastî nerazîbûnên jinên Îzmirê hat. Jinan diyar kir ku divê li hemberî OHAL'ê parastineke cewherî û xwebirêxistinkirî bê dest pê kirin. Piştî hewldana derbeyê ji hêla Serokomarê tirk Erdogan ve 3 mehan OHAL hat îlankirin. Kesên li ser banga Erdogan derketin qadan, li dijî jinan êrîşên zayendî bi pêş xistin, jinên Îzmirê bertek nîşanî êrîş û biryara OHAL'ê dan û aşkera kirin ku ew dê li dijî van êrîş û OHAL'ê parastina xwe ya cewherî mezin bikin. 'Kurdistan her dem di binê OHAL'ê de bû' Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Reyhan Kumru, da zanîn ku OHAL bi hevketina derbeya leşkerî û sivîl pêk hatiye. Kumru aşkera kir ku ji salên 90'î heta niha li Kurdistanê rewşa awarte di dewrê de ye, piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê, ev rewşa awarte li bajarên Tirkiyeyê jî ketiye dewrê. Kumru got ku rastiya OHAL'ê li Kurdistanê jin dijîn û tehşîrkirina cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Ekîn Wan (Kecser Elturk) jî wekî mînak da. 'Em ji bo Ocalan bi fikar in' Kumru di dewama axaftina xwe de got ku bi rewşa OHAL'ê re tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hêj hatiye giran kirin, piştî biryara qedexekirina hevdîtin, telofon, ragihandin û hwd. ya ji hêla 1'emîn Dozgerê Înfazê yê Bursayê, fikarên raya giştî gelekî zêde bûne. ‘Di dema OHAL'ê de hedef dîsa jin in’ Endama Jinên Kedkar Mercan Dîndar, aşkera kir ku hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê, şerê navxweyî yê sermayeyê ye û piştî banga "demokrasiyê" faşîzim di binê yek sîwanê de li hev civiya ye. Dîndar da zanîn peyamên li ser telofonê ji hêla serokomartiyê ve hatine şandin û selayên ku hatine xwandin, banga şerê navxweyî ye û wiha axivî: "Bi OHAL'ê re jin wekî hedef hatin girtin. Divê jin li hemberî van êrîşan rêxistineke xurt ava bikin." Parastina cewherî divê Endama Jinên Rûerd Sultan Eylem Keleş destnîşan kir ku di bin navê demokrasiyê de kuçe ji hêla mêran ve hatine dorpêçkirin, ev yek li hemberî jinan gelekî xetere dît. Keleş da zanîn OHAL tê wateya zêdebûna zextên li ser jinan, divê li hemberî van hemû êrîşan parastina cewherî bê xurtkirin. Keleş kesên li ser banga Erdogan derketin kolanan jî wekî kesên paramîlîter pênase kir û ev tişt anî ziman: "Em vê hişmendiyê li Rojava dizanin. Hişmendiya DAIŞ'ê çawa xwedî tecawizkar û dijminê jina ye em baş dizanin." (ms)