Jinan banga 'Eniya Aştî û demokrasiyê ava bikin' kir 2016-07-23 15:45:49 ENQERE (DÎHA) - Saziyên Jinan piştî OHAL hat îlankirin û zextên li ser jinan zêde bû bertekên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku têkoşîna li dijî darbeyan tenê bi xurtkirina demokratîkbûn, azadîbûn û aştiyê pêkan e. Saziyên jinan xwest Eninay Aştî û Demokrasiyê ava bikin. Platforma Jinên Enqere, Kolektîfa Feminist, Hevparên Platforma Jinan a Enqere têkildarî hewldanên darbeya 15'ê Tîrmehê, îlankirina OHAL'ê û tundiya li ser jinan pêş dikeve li Vakfa Jinan a Enqere civina çapemeniyê pêk anîn. Jinan di civînê de pankarta "Em jin; li dijî darbe, dîktatorî, OHAL'ê ne. Em ji bo azadî, aştî û demokrasiyê li vir in" vekirin. Endama Mala Gel Derman Gulmez daxuyanî da. Gulmez, diyar kir ku komên ku bi fermanê diherikin kolanê jinan dikin hedef. Gulmez, anî ziman ku bi salan in ji ber darbekaran mafên mirovan hatine binpêkirin. Lê li dijî darbeyê bêtir aştî, bêtir demokrasî û bêtir azadî divê. Komên wan berdidin kolanan êrîş dikin Gulmez da zanîn ku rejîma hatiye avakirin pir xeter e û wiha got: "Di vê darbeyê de 265 mirov hatin kuştin. Li ser civakê tirsek mezin hat avakirin. Ji bo 15'ê tîrmehê îlankirina cejna Demokrasiyê jî nayê qebûlkirin. Bi taybetî komên ku wan berdidin kolanan, êrîşî jinan dikin û dixwazin jinan wekî ganîmet bikar bînin. Bi qatî gefên darbekaran kesên derdikevin kolanan jî ew qas talûke û bi gef in. Jinên şort li xwe kirin û xwe deq kirin rastî êrîşan hatin. Rastî tacîzê hatin. Wan teşwîkî xerabiyan dikin Gulmez, her dawî destnîşan kir ku di vê pêvajoya ku girtin, binçavkirin û êrîş zêde bibin nikare behsa "Şahiya Demokrasiyê bike" û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Jin her dem xwe di nava darbeyê de hîs dikin. Şertên darbeyê û OHAL'ê ne çareserî ye. Çareserî ji bo ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bêtir têkoşîne. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî tundiya mêran jin bibin yek û bêtir dengê xwe bilind bikin. Li dijî darbe û dîktatoriyê em Eniya Aştî û Demokrasiyê ava bikin. Saziyên wekî Jinên Partiya Kedê, Meclîsa Jinê ya HDP'ê, Komîsyona Jinê ya ÎHD'a Enqere, Meclîsa Azadiya Jinê, Şaxa AKA-DER Kızılay a Enqere, KJA, Jinên Mala Gel, Meclîsa Jinên Sosyalist, Vakfa Piştevaniya Jinê, Jinên Platforma Şaxan a KESK'ê, Jinên Partiya Sosyalîst a Keskê, Jina Demokrat a Nû, KAOS GL, Pembe Hayat, Jina Ozgür Genç, Milê Tenduristiya Jinê û Hekîmtiya Jin a TTB'ê, Sekreterya Jin a İHD'ê, Meclîsa Jinê ya SYKP'ê, Kolektifa Jinê, Komeleya Jinên Astngdar, Platforma em dê Cînayetên Jinan Rawestînin. Meclîsa Jinê ya HDK'ê." (mae)