Paytexta Afganistanê veguherî gola xwînê 2016-07-23 15:19:34 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li paytexta Afganistanê Kabîlê êrîşa xwekujiyê yêş hatibû, hejmara miriyan her saet zêde dibe, hat diyar kirin ku hejmara kesên mirî derketiye 61 kesan. Li paytexta Afganistanê li Kabîlê girseya dixwest li Qada Deh Mazangê ya li Kabîlê xeta sererastkirina ceryanê şermezar bike, êrîşek pêk hatibû. Her kêliya ku derbas dibe hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibe. Li gorî agahiyên dawî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, derketiye 61 kesan û 207 kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyên hêla Reutersê êrîş ji hêla DAIŞ'ê ve hatiye kirin û ev agahî li ser malpera Amaq ku malpereke nêzî DAIŞ'ê ye, hatiye parvekirin. Berdevkê Wezîrê Tenduristiyê yê Afganistanê Muhammed Ûsmaîl Kawousî jî der barê buyerê de agahî da û aşkera kir ku di teqînê de 61 kesan jiyana xwe ji dest daye, 207 kes birîndar bûne. Her wiha rayedaran da zanîn ku kesên xwestine êrîşê pêk bînin 3 kes bûne, kesekî xwe teqandiye, kesek bê encam maye, kesek jî ji hêla polîsan ve hatiye kuştin. Li gorî agahiyên Reutersê malpera Amaqê îdia kiriye ku êrîş DAIŞ'ê girtiye ser xwe. (ms)