Jin: Em ê li hemberî derbe, OHAL û dîktatriyê li ber xwe bidin 2016-07-23 09:08:11 ENQERE (DÎHA) - Piştî hewldana derbeyê li 81 bajarî 3 mehan OHAL hat îlankirin, jinên li hemberî biryara OHAL'ê derketin qadan diyar kirin ku ew dê kuçeyan neterkînin. Aktîvîsta KJA'yê Sevgî Kîşîn, bang li jinan kir û xwest di serî de jinên li metrepolan, divê hemû jin li hemberî hişmendiya serdest derkevin qadan. Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê, Serokomar Erdogan bi Lijneya Wezîran û Lijneya Ewlehiya Mîllî (MGK) re civînek pêk anî û 3 mehan OHAL îlan kir. Piştî OHAL'ê girseya ku li ser banga Erdogan derketin qadan, êrîşên jinan kirin. Jinan diyar kir ku ew dê li hemberî pêla faşîzmê xwedî li azadî û demokrasiyê derkevin. Endama Cadiyên Kampûsê Guzde Çelîk, da zanîn ku hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê û tiştên piştî derbeyê derketin holê ji gelek hêlan ve hatiye nirxandin û ev tişt got: "200 kes hatin kuştin, bi hezaran kes hat binçavkirin, girtin û di saziyên cemawariyê de tasfiye pêk hatin. Ev şerê desthilatdariyê ye. Ev kesên dixwestin derbeyê pêk bînin, hevkarên desthilatdariyê yên berê ne." 'Rizgariya jinan azadî û demokrasî ye' Sekretera Jinên Halkevlerî Gulşah Ozturk, bi lêv kir ku kesên hewl dan vê derbeyê pêk bînin, ew kesên paşve rû yên serdest in û ev tişt got: "Şidet, tacîz û êrîşên zayendî yên li dijî jinê di asta herî jor de tên kirin. Ev dê bi rewşa OHAL'ê bê berdewam kirin. Tu dixwazî OHAL, derbe û dîktatorî be, dê hemû ji hêla jinan ve bên redkirin û tenê riyeke me heye ew jî rizgarî, wekhevî, azaadî û demokrasî ye." Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Sevgî Kîşîn, destnîşan kir ku piştî di 7'ê Hezîranê de AKP'ê hilbijartin winda kir, pêvajoya derbeyê wê demê dest pê kir û wiha pêde çû: "Ya rast ev 30 sal e li herêmê ev rewş tê jiyankirin. Dê bi vê rewşê bi rihetî gelê bajarên Tirkiyeyê bizanibe ku gelê kurd çi dikişîne. Herêm her dem di binê OHAL'ê de ye." Kîşîn da zanîn ku kesên ketin nava hewldana derbeyê ji hêla jinên kurd ve tên zanîn û gelek caran ên bi vê şidetê re rû bi rû mane jinên kurd in û wiha pêde çû: "Êdî ev şer ne tenê li herêmê tê meşandin, êdî li bajarên rojava jî belav bû. Dê azadiyên mirovan bê sînor kirin. Ku jinên ji ber hişmendiya serdest li kuçeyan ne rihet in." Kîşîn herî dawî aşkera kir ku dê jin li dijî hemû paşve rû û kesên beredayî li ber xwe bidin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Di serî de jinên li metrepolan, divê li dijî vê hişmendiya serdest bên gel hev. Tirsîn û xwe di malê de hepiskirin, ne li gorî me ye û em dê li qadan bin." (ms)