'Têkîldarî rewşa rêbertiyê em bi fikar in' 2016-07-23 09:04:26 WAN (DÎHA) – Jinên wanî piştî hewldana darbeyê ji ber rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan fikarên xwe anîn ziman û wiha got: "Ji bo ku em ji rêbertiya xwe agahî bigirin em ê her tiştî bikin. Bila tu kes xwe nespêre tecrîdê." Piştî hewdana darbeyê ya 15'ê tîrmehê serlêdana parêzer û malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a hevdîtinê bi hincetan cuda hate redkirin. Li hemberî vê yekê fikar û nerazîbûn jî her diçe zêdetir dibe. Ji jinên wanî Ayten Salgur a nerazîbûna xwe nîşan da diyar kir ku bi îlankirina OHAL'ê ji aliyê AKP'ê ve fikarên wan zêdetir bûye û wiha got: "Em der barê serokatiya xwe de tiştekî nizanin. Nikarin agahî bigirin. Li kû ye, çawa ye agahiya me tuneye. Tiştekî biçûk ê bê serê rêbertiya me dê Tirkiyeyê xilas bike." 'HEta em agahî negirin em ê nesekinin' Algur bilêv kir ku dewletê vî OHAL a ku hatiye îlankirin li dijî kurdan bi kar bîne û wiha berdewam kir: "Dê vî rewşê bikin hincet. Li dijî van hincetan divê êdî gelê kurd hişyar be. Heke wisa bidome em ê dîsa der barê rêberê xwe de agahî nikaribin bigirin." Algur ji bo ku tecrîda li dijî Ocalan bê rakirin bagn li gelê kurd kir wiha got: "Heta em ji rêberê xwe agahî negirin em ê nesekinin. An em ê agahî bigirin an jî em ê dengê xwe bilindtir bikin. Weke gel em xwedî li rêberê xwe derkevin." 'Fikarên me her diçe zêdetir dibe' Zekiye Alîm jî diyar kir ku ji ber ku agahî nagirin fikarên wan zêdetir dibe û wiha axivî: "Evqas demeke dirêj agahî engirtin ji bo me gelekî zehmet e. Gelo rewşa wî çawa ye, tenduristiya wî çawa ye. Der barê pêvajoyê de çi difikire. Çi dibêje. Divê di demeke kin de hin kes bi wî re hevdîtinê pêk bîne." 'Ji bo tecrîd bê rakirin em ê li ber xwe bidin' Jina bi navê Azîme Bartin jî anî ziman ku ji bo ji rêberê xwe agahî bigirin her tiştî bikin û wiha got: "Heta ew azad nebe dê gelê kurd azad nebe. Azadiya rêberê me azadiya me ye. Em ê jî ji bo azadiya wî çi ji destê me bê bikin." Jina bi navê husna Talay jî wiha axivî: "Ji rêberê ke agahî tuneye. Divê em ji wî agahî bigirin. Mirovak çawa bi malbata xwe re nikare hevdîtinê pêk bîne. Dev ji parêzer berde çawa nikare bi malbatê re hevdîtinê pêk bîne. Bila kes xwe nespêre tecrîdê. Em ê teqez rêberê xwe azad bikin. Bila destên xwe ji rêberê me vekişînin." (sa)