Di sektora otomotîvê de krîz kurtir bû 2016-07-22 09:08:52 MÊRSÎN (DİHA) - Li Tirkiye piştî qeyranê di qada aborî de jî qeyran derket. Bazirganiya otomotivê xetibî û esnafên otomotîvê êdî neçar dimînin ku dikanên xwe bigirin. Bandora şer û qeyrana siyasî bandora xwe li ser aborî û bazirganiyê dike. Ji ber polîtîkayên şer û darbeya leşkerî sektora otomotîvê ji têk çû. Li Mêrsînê piyasa otomotivê têk çû û bazirganî rawestiya. Li navçeya Toroslarê li Galeriyên destê duyemîn ên maşîneyan êdî bazirganî rawestiyan. Esnafê ku 25 salin karê sektora otomotîvê dike Muharrem Taşkiran diyar kir ku êdî buhayê sîgorta û faîzê bankê nikarin bazirganiyê bikin û wiha got: "Êdî mirov nikarin ji bankayan krêdî bistîne û bazirganiyê bike. Ji ber ku faîz gelek zêde ye. Ji ber îstîkrara bazirganiyê ne ewle ye nikarin kredî bikşînin û nikarin maşîne bistînin" Esnafê heman sektorê Yucel Kulcu jî anî ziman ku ji ber êdî kirîn û stendin tune esnaf perîşan e û wiha got: "Ji ber qeyranên siyasî, qada aborî û bazirganiyê jî dikeve bin bandora neyînî. Berê hefteyê min maşîneyek difirot. Niha ji 3 mehan carekê ez erebeyekê difiroşim. Niha em nkarin bazirganiyê bikin û tev îflas dikin." (mae)