Atalan: Riya çareseriya derbeyê Ocalan e 2016-07-22 09:06:43 MÊRDÎN (DÎHA) - Parlementerê HDP'ê Alî Atalan biryara OHAL'ê ya ji aliyê Serokomar Erdogan ve piştî hewldana derbeyê nirxand û got ku bi konsepta şer a li hemberî Kurdistanê re rêveberiya awarte tê jiyîn û biryara OHAL'ê jî seltenet e. Atalan destnîşan kir ku di plana derbekaran de ji holê rakirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hebû û wiha axivî: "Heger ku Serokomar Erdogan û AKP pêşeroja welat bifikire, riya çareseriya derbeyê Ocalan e. Divê bi Ocalan re hevdîtin pêk were." Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Alî Atalan, qedexeya derketina kolanan ya li ser navçeya Nisêbînê ku ji ev 131 roje didome û îlankirina rewşa awarte (OHAL) nirxand. Atalan bal kişand ser rewşa awarte ya ji aliyê Serokomar Erdogan ve hati îlankirina û got ku bi konsepta şer a li ser Kurdistanê re rewşa awarte hatiye afirandin û bi îlankirinê re tu cudahî li Kurdistanê pêk nayê. 'Îlankirina OHAL'ê ji bo seltenetê ye' Atalan anî ziman li Kurdistanê rêveberiya awarte tê meşandin û wiha axivî: "Îlankirina OHAL'ê dê bandora xwe li metropolên Tirkiyeyê bike. Ji ber ku ev saleke li ser Kurdistanê ev rewş bi giranî didome. Serokomar Erdogan û AKP dê hewldana derbeyê jî ji bo vegerînin serokariya xwe û li pey in ku hemû hêzên muhalîf ji holê rakin. Îlankirina OHAL'ê jî ji bo seltenetê ye." 'Derbeya sivîl tê jiyîn' Atalan destnîşan kir ku bi konsepta şer a li hemberê Kurdistanê re derbeya sivîl jî tê jiyîn û axaftina xwe wiha domand: "Hewldana derbeyê hate jiyîn lê derbeya esas û ya sivîl ev saleke tê jiyîn. Dehezaran kes ji peywir hatin wergirtin. Serokomar dibêje 'Min derbeyê ji xizmê xwe bihist' çawa derbarê dehezar kes de vê biryarê digire. Ev operasyona ji holê rakirinê ye. Biryara OHAL'ê jî ji bo fermiyeta operasyonê ye." Atalan bi lêv kir ku di hewldana derbeyê de ji holê rakirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hebû û wiha got: "Heger ku Serokomar Erdogan û AKP pêşeroja welat bifikire, riya çareseriya derbê birêz Ocalan e. Dive bi Ocalan re hevdîtin pêk were." 'Cûdahiya AKP'ê ji derbkaran tûne ye' Atalan bal kişand ser êrîş û dorpêça li ser Nisêbînê ku ev 131 roj in bi wêrankirina navçeyê didome û wiha pêde çû: "Dewlet dixwaze polîtîkayên xwe yên koçberkirinê pêk bîne. Walîtî derbarê rakirina qedexê de 19'ê tîrmehê daxuyanî da, lê heyetên ku xwestin têkevin navçeyê rastî êrîşên hêzên dewletê hatin. Ev jî nîşan dide ku bi hewldana derbeyê re rêveberiya awarte ya li ser Kurdistanê hate girankirin. Cudahiya AKP'ê ji derbekaran tune ye." 'Gel dê qedexeyê rake' Atalan got ku dewlet bi domandina qedexeyê hewl dide ku gelê Nisêbînê ji kolanên wan dûr bêxe û wiha berdewam kir: "Gel dest ji kolanên xwe bernade. Nisêbînî dê qedexeyê rakin. Hêza gel û vîna gel dê qedexeyê tune bike. Li hemberî çok danînê bêdeng namînin. Çawa ku ew li hember derbekaran derketin kolanan, mafê me yê derketina kolanan jî heye. Divê gelê kurd jî xwedî li Nisêbînê derbikeve." 'Mirina herdu jinan bi guman e' Atalan derbarê Heyhat Mujde û keça wê Saadet Mujde ku li taxa Yenîşehîr a Nisêbînê di encama teqîna di avahiyê de jiyana xwe ji dest dan jî axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Teqîn plankirî bû û ji ber ku ev 2 meh e dewlet dibêje, 'em bombeya digerin û ji ber vê yekê qedexe didome' Îdeaya dewletê ya paqijkirina bombeyan jî ne rast e. Dixwazin têketina gel ya taxên xwe bi tirsê asteng bikin. Divê ji dewletê bê pirsîn." Atalan herî dawî bang li gelê Nisêbînê kir û got ku divê gel neyê provakasyonên dewletê û vegerin malên xwe û banga xwedî derketina Nisêbînê jî li gelê kurd kir. (kom/no/mae)