Di otobusa rêwiyan de şewat: 26 kes mirin 2016-07-21 10:14:31 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Taywanê otobusa rêwiyan agir pê ket, li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyar kirin li Taywanê otobusa rêwiyan dema di rê de bû bi carekî de agir pê ket. Hat gotin li gorî saeta herêmê saet di 13.00'an de otobusa ku rêwî dibirin balafirgehê, di otobusê de şewat derketiye, di şewatê de herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya Taîwan News'ê, rêwiyên jiyana xwe ji dest dane, beşa zêde welatiyên Çînê ne. Li gorî agahiyên ku hatin girtin, kesên jiyana xwe ji dest dane, ajovanê otobusê, 2 jê tûrîst û 23 kes jî rêwî ne. (ms)