22 penaber di deryayê de xeniqîn 2016-07-21 09:51:42 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Karesata penaberên ku di deryayan de berê xwe didin Ewropayê berdewam e. Duh di Deryaya Spî de 21 jê jin bi giştî 22 penaber xeniqîn. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF), bota plastîk a zêdeyî 200 penaber lê sîwar bibûn û berê xwe dabûn Îtalyayê, li nêzî peravên vî welatî binav bûn. Hat ragihandin ku ji 22 penaberên xeniqî 21 jê jin in. Di daxuyaniya MSF'ê de li ser detayên buyerê hat dayîn de, hat ragihandin ku zêdeyî 200 penaberî jî hatine rizgarkirin û bi keştiyan ji nava avê hatine derxistin. Her wiha li gorî doneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), hejmara penaberên ji destpêka 18'ê Tîrmehê roja duşemê di ser Derya Spî re hatine Îtalyayê 79 hezar 861 e. Par di heman demê de 83 hezar 119 penaberan xwe gihandibûn Îtalyayê. Li gorî daneyên IOM'ê, ji destpêka vê salê ve hejmara penaberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane, yan jî winda bûne 3 hezarî derbas kiriye. (ms)