Koma Jinê ya HDP'ê: Darbeya esil li dijî jinan pêk hatiye 2016-07-20 14:57:42 ENQERE (DÎHA) - Dijberî hewldana darbeyê li ser navê Koma Jinê ya HDP'ê wekîla HDP'ê Filiz Kerestecîoglu, diyar kir ku ji bo carke din darbe pêk neyên pêwiste hişmendiya mêr a serdest bê guhertin û îxtidara militarist feraseta xwe biguhere. Kerestecîoglu, anî ziman ku generalên darbekar ên hain binçavkirin divê hem ji bo sûcê li dijî kurdan û hem jî lidijî sûcê mirovahiyê bên darizandin. Koma Jinê ya HDP'ê li dijî hewldana darbeyê li odeya koma meclîsê civin pêk anî. Li ser navê Koma Jinê ya HDP'ê Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu, daxuyanî da. Kerestecîoglu, anî ziman ku çareseriya li dijî darbeyan têkbirina hişmendiya mêr û îxtîdara militarist e û wiha got: "Darbekar berî her tiştî jinê dikin hedef. Darbeya 12'ê Îlonê bi taybetî jin kiribû armanc. Êşa herî mezin jinan kişandibû. Bi mehan e em dibêjin li vî welatî darbeya sivîl heye. Em çareseriyê di demokrasiya pir ziman û çandî de dibînin. Şerê li bajarê Kurdistanê pêş ket rê li pêş darbeya leşkerî vekir. Çareserî divê bêtir rê li pêş demokratîkbûnê û demokrasiyê bê vekirin." Kerestecioglu, bal kişand ser hewldana darbeya leşkerî û bilêv kir ku ev ne darbeya li dijî demokrasiyê ye her wiha şerê ji bo îxtidarê ye. Leşkerên ku di 12'ê Îlonê de li dijî jinan êrîşên cînsî pêk dianîn û leşkerên ku duh jinên kurd li bajarên kurdan qetil kirin, tazî kirin, bincil ên jinan perçe kirin û nivîsên bê ehleqî li dîwaran nivîsandin perçeyekî eniya DAIŞ'ê ya Tirkiye ye. Kesên li ser dîwaran "Tîmên Esedullah" nivîsandin û DAIŞ heman feraset e. Divê sûcdarên şer bên darizandin û cezakirin. Divê kesên fermana şer dane jî bên darizandin. Divê em bi herve dengê xwe bilind bikin. Ger ku em bi fikr û rengê xwe bi hezaran jin dakevin kolanan wê demê qîmeta wê heye. Divê em dengê xwe bi hevre bilind bikin. (mae)