Rojnamegerê rûsî di teqînê de mir 2016-07-20 13:12:22 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rojnamevanê rûsî yê navdar Pavel Şeremet li paytextê Ukraynayê li Kievê dema ku li wesayîtê siwar bû û dest bi ajotinê dikir, wesayît teqiya û di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya ajansa Spûtnîkê rojnamegerê rojnameya Ukraynskaya Pravdayê ku bi gotarên xwe yên rexnekirina bêrêtiyên hikûmeta Ukraynayê dihat nasîn Pavel Şeremet îro berê sibehê saet di 07.45'an de dema li wesayîta xwe siwar bû û motora wê şixuland wesayîtê teqiya. Şeremet di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da. Şeremetê 44 salî wesayîta ku lê siwar bibû ne ya wî, hat ragihandin ku ya gerînendeyê rojnameya Ukraynskiyaya Pravda Alyona Pritula bû. Li gorî zanyariyan dema wesayît teqiya ye Pritula ne di wesayîtê de bû. Li gorî zanyariyan Pavel Şeremet hem xwediyê pasaporta Rûsya û Ukrayna û hem jî xwediyê pasaporta Belarusê bû. Şeremet di televîzyona rûsî ya dewletê de jî xebitîbû û ji sala 2012'an di rojnameya Ukraynskaya Pravdayê li ser têkiliyên Rûsya, Ukrayna û Yekitiya Sovyetê gotar dinivîsandin. (ms)