Hêj 3 hezar jinên êzdî di destê DAIŞ'ê dene 2016-07-19 13:40:25 AMED (DÎHA) - Platforma Tekoşîna Dijberî Rakişandina Jinan têkildarî 2'emîn salvegera komkujiya ku DAIŞ'ê li ser Şengalê pêk anî, li avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Platformê diyar kir ku hêj 3 hezar jin di destê DAIŞ'ê de ne. Platforma Tekoşîna Dijberî Rakişandina Jinan, bi minasebeta salvegera 3'ê tebaxa 2014'an ku endamê DAIŞ'ê 5 hezar welatiyên Êzdî li Şengalê qetil kir û bi hezaran jin revandin li avahiya KCD'ê civina çapemeniyê pêk anî. Li ser navê platformê bi kurdî Dr. Leyla Ferman û tirkî jî Aynur Coşkun daxuyanî xwend. Nêzî 5 hezar Êzdî hatin qetilkirin Dr. Leyla Ferman diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê komkujî pêk anî û her tişt talan kir. Ferman, anî ziman ku çeteyan di komkujiyê de nêzî 5 hezar gelê Êzdî qetil kir û 200 hezar êzdî ji ber êrîşan koçber bûn. Ferman, bilêv kir ku DAIŞ'ê bi hezaran jin revandin û hêj 3 hezar jin di destê DAIŞ'ê de dîl hatine girtin. 50 hezar êzdî xwe spartin çiyayê Şengalê û li wir bê av, bê xwarin û bê derman asê man. Ya li Şengalê pêk hat sûcê mirovahiyê ye Ferman destnîşan kir ku di êrîşa komkujiyê de nêzî 5 hezar jinên êzîdî li gel zarokên xwe dîl hatin girtin û wiha got: "Gelek jin ji bo nekevin destê çeteyên DAIŞ'ê xwe ji çiyayê Şengale Avêtin. Gele jin hatin rizgarkirin, lê hêj 3 hezar jin nehatine xelaskirin. Ya li ser gelê Şengalê hat meşandin komkujî ye. " 'Jinên Êzdî wekî ganîmeta şer bikar anîn' Ferman anî ziman ku gefên DAÎŞ li dijî gelê êzdî didome û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê jinên êzdî wekî ganîmeta şer bikar tîne. Gefa DAIŞ'ê hêj li Çiyayê Sincarê didome. Komîsyona Taybet a Neteweya Yekbûyî di rapora 16'ê Hezîranê de pêkanînên li ser êzdiyê Şengalê pêk hat wekî sûcê mirovahiyê bi nav kir. Di sala duyemîn de em dixwazin 3'ê Tebaxa 2016'an wekî "Roja Çalakiya Navneteweyî ya li Dijî Komkujî û qetilkirina Jinan." Em bang dikin ku bi hevre bêtir dengê jinên Êzdî bilind bikin. (rd/mae)