Şewata li Licê ji hêla leşker û cerdevanan pêk hatiye 2016-07-18 14:29:02 AMED (DÎHA) - Meclîsa Ekolojiyê ya KCD'ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, piştî bidawîbûna "qedexeya derketina derve" ya li Licê derbareyê pêkanîn li herêmê raporek amade kir û di raporê de hat destnîşankirin ku şewata li herêmê ji hêla leşker û cerdevanan pêk hatiye. Piştî bidawîbûna "qedexeya derketina derve" ya li Licêya Amedê, Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di 8'ê hezîranê de çûbûn herêmê û rapora ku derbareyê pêkanîn li herêmê xwe amade kiribûn li Eywana Konferansê ya KCD'ê bi raya giştî re parve kirin. Rapora ku arasteyî pêkanînên li gundên herêma Sîsê yên wek Hûseynîk, Goma Saruxan, Goma Sofi Ali, Cenezur, Goma Riza, Mehle, Kerbes, Nenyas, Goma Kazo, Derxust, Henyat û mezrikên wan hat amadekirin ji hêla aktivîsa Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Feyziye Sumer ve hat daxuyandin. Sumer diyar kir ku li gundên ku şewat xwe lê dane der, li gor gotinên şahidan şewat ji hêla gulebarankirin û bombebarankirina helîkopterên leşkerî ve xwe daye der û li hin deveran jî cerdevanan jî di nav de ji hêla hêzên leşkerî ve bi destan şewat pêk hatiye. Di rapora ku hat amadekirin de, derbareyê pêkanînên li gund û mezrikan xwe dan der hin tespîtan di xwe de dihebîne. Di raporê de derbareyê pêkanîn li qadê wiha hatin rêzkirin: "Li Mezrika Goma Mahfûzê: Şewta ku li vir xwe da der, li gor gotinên gundiyan ji hewayê ve ji hêla helîkopteran pêk hatiye. Li gor vegotinên gundiyan cerdevanên ku ji derve hatin bi gulebarankirinê rez, darên gindiyan û qadên darsitaniyî hatine şewitandin. Her wiha gundiyan got li Mezrika Kabilê jî 3 mahser û 3 malên gundiyan ji hêla leşkeran ve hatine şewitandin. Li Mezrika Banadirej: Hat diyarkirin ku 3 hektar qadên daristaniyî ji hêla helîkopteran ve hatiye şewitandin. Mezrika Dêrxûstê: Hat diyarkirin ku li vê mezrikê jî 200 darêzn behîvan ên aîdî gundiyan û 300 donim rez ji hêla helîkopterên leşkeran ve hatiye şewiatndin. Li gundê Cinêzûrê: Hat gotin ku li vî gundî jî şewata daristanan ji hêla helşkopterên leşkerî ve xwe daye der. Di encama şewata li vê derê de qadeke daristaniyî ya 5 hektariyî û 200 darên (aîdî gundê ku 30 mal lê hene) fêkiyan hatin şewitandin. Hat gitin ku 3 çadirên aîdî gundiyan tevû eşyayên di hundirê wan de hatine şewitandin. Her wiha hat gotin ku li gund 150 donim rez, 5 hezar darên fêkiyan (behîv, hejîr, hermî, sêv) û baxçeyên sebzeyî yên aîdî gund ji hêla leşker û cerdevanan bi destan hatiye şewitandin. Mezrika Mehlê: Li vê derê ku di çapemeniyê de hatibû diyarkirin zeviyên kenevîrî hatine şewitandin, lê li gor çavdariyên me qadên darsitaniyî hatine şewitandin; çîtên li derdora erd û daran bi temamê hatine şewitandin. Ji hêla gundiyan ve hat gotin ku şewata li vê derê jî ji hêla hêzên leşkerî ve hem ji hewayê hem jî bi destan hatiye şewitandin. Ji bilî qadên daristan û zeviyan heywanên aîdî gudniyan jî hatine telefkirin. Li vê derê li gor gotina şewta darên tû yan ên 100 salî û darên ku temenê wan di navbera 50-80 salî de hatine şewitandin. Li vê mezrikê bi giştî 6 baxçe, 100 darên fêkiyan û 80 donim qada daristaniyî hatiye şewitandin. Gundên Kerwas-Nenyasê: Ji hêla gundiyan ve hat ragihandin ku qadeke 50 hektar a daristaniyî ya di navbera her du gundan de û rez û baxçeyên aîdî gudniyan ji hêla helîkopterên leşkerî ve bi gulebaranê hatine şewitandin. Deşta Fîsê: Hat gotin ku li vê herêmê ji ber êrîşên helîkopterên leşkerî 300 donim zeviyê gudiyan hatiye şewitandin." Ekolojîstan jî nêrînên xwe yî li Licê bi vî awayî parve kirin: * Daxwaza şaredariyên navçe û bajarê mezin a bo mudaxileya şewatê ji hêla leşkeran ve bi vî awayî "Fermana Qaymeqamtiya Licê ye hûn nikarin mudaxile bikin" hatiye redkirin. Lê belê têkildarî vê fermana qaymeqamtiyê tu belgeyên nivîskî bo rayedarên şaredariyên navçe û ya mezin nehatine şandin. * Ji bo mudaxilyea şewatê, hem gelê herêmê hem jî endamên Komeleya Ekolojiyê bo Gerînendetiya Bajêr a Daristanê îxabar hatiye kirin, lê li gel vê jî tu mudaxile nehatiye kirin. * Gundiyan gotiye li hemû gundên herêmê xortomên avdaniyê yên aîdî gundiyan ji hêla leşkeran ve hatine teqandin û qetandin û bîrên avê jî bi keviran hatine tijekirin û xitimandin. *Wek heyet li gund û mezrikên Sîsê û Deşta Fîsê li cihê cih tespît hatine kirin. Şewata li bakurê Licê xwe daye der wek heyet çûyîn pêk nehatiyeç Lê belê li gor şahidiya gundiyan ên ku li herêmê bûne li gundê Mîzagê bi dehan donim zeviyên genimî hatine şewitandin, li gundê Çemê Elika jî rez û baxçeyên aîdî gundiyan ji hêla guleberanan leşkeran hatiey şewitandin. (red)