Erdogan ji darbeyê 'Darvkirin' derxist 2016-07-17 15:48:40 STENBOL (DÎHA) - Serokomar Erdogan piştî hewldanên darbeyê daxwaza xwe wekî daxwaza gel nîşan da û got "Ev daxwaza gel e û xwest ev daxwaz ji nûve bê rojevê. Serokmar Erdogan piştî hewldana darbeyê daxwaza "Darvekirinê" ji nûve anî rojevê. Erdogan, piştî hewldana darbeyê li Mizgefta Fatihê tev li merasima cenazyan bû. Erdogan di merasimê de diyar kir ku li welatê wan yên yekîtiya li Tirkiye tahamul nekirine bi aqilên hin kesên din xwestine dewletê desteser bikin û ev tevger di 15'ê Tîrmehê de vegeriya ye çalakiya çekdarî. Erdogan, da zanîn ku di hewldanê de 161 kesan jiyana xwe ji dest dane. Erdogan niqaşên darvekirinê ji nûve anî rojevê û wiha got: "Daxwaza gelê me ye. Min duh jî got Di demokrasiyê de daxwaza gel muhîm e. Ev mafê we ye. Ev maf di merciya makeqanûnê de tê nirxandin û piştre biryar tê dayîn. Erdogan bal kişand ser mudaxaleya darazê jî û wiha got: "Mixabin rêxistina ketiye nava hêza leşkeri ew perîşan kiriye. Niha ji jor heta jêr em wan digirin. Ev têr nake, têkoşîna paqijiya nava saziyên dewletê dê bidome. (mae)