Barê jiyanê hilgirtine li ser milên xwe 2016-07-16 08:52:32 ŞIRNEX (DÎHA) - Jinên ku barê jiyanê hilgirtine ji gundên Cizîr, Hezex û Şirnexê fêkî û mastê ku bi keda destên xwe çêdikin li sûka sezbe ya Cizîrê difiroşin û bi vî awayî piştgiriyê didin aboriya mala xwe. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jinên ku ji gundên Hezex, Cizîr û Şirnexê sebzeyên wek firingî, îsot, parpar, xiyar, dîsa mastê ku li malê çêdikin ji bo aboriya mala xwe xurtir bikin tînin li sûka Cizîrê bi buhaya 2-3 TL difiroşin. Jinên ku beriya rojekê şîr dimeyînin, dîsa sebzeyên li baxçeyên xwe diçînin serê sibê zû didin hev û ji bo ku li sûka Cizîrê bifiroşin berê xwe didin navçeyê. Her çiqas mast û sebzeyên wan xwezayî jî bin bi buhaya AVM'yan difiroşin. Zarokên Cizîrî jî bi danîna bazara fêkî û sebze re bi erebokên xwe yên destan berê xwe didin sûkê û tiştên ku welatiyan kirîne heya ber deriyê malên wan dibin. Zarokên Cizîrî bi vê yekê him piştgiriyê didin malbatê him jî xerca xwe ya rojane bi dest dixin. ‘2 rojan carekê 6-7 satilên mast difiroşim’ Jina ku ji gundê Bafê yê Hezexê li sûkê mast difiroşe Fatma Kultur da zanîn ku ew serê sibê zû ji gund derdikeve û mastê ku rojekê berê amade dike tîne li sûkê 12 TL difiroşe û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Ez li gund pêz û çêlekan xwedî dikim. Şîr û penîrê ku ez çêdikim ji bo piştgiriya aborî bidim malbata xwe difiroşim. Du rojan carekê ez tên Cizîrê û 6-7 stilên mast difiroşim.” ‘Ji bo zarokê xwe zexire bikire baharê çîne havînê di firoşe’ Dayîka Bediya Oner (75) her roj ji gundê Hoserê yê Cizîrê ji bo debarê mala xwe bike sebzeyên wek îsot, firingî, xiyar û fasolye li sûkê difiroşe. Dayîka Bediya axivî û wiha got: "Fêkiyê ku ez biharê diçînim havîne difiroşim. Ji bo ku ez ji zarok û mala xwe re zexîre bikirim li sûkê kîloya van 2-3 TL difiroşim. Fêkiyên min xwezayi ne, ez bi destê xwe diçînim û heya çêdibe gelek zehmetiyan dikişînim. vLi sûkê jî fiyeta marketan didim gel. Esnaftiya li ber germê her çiqas zehmet be jî ez pere kar dikim kêf xweş e. Gelê Cizîrê jî eleqeyek mezin nîşanî sebzeyên xwezayî dide." ‘Rojê 15 TL kar dikim’ Zarokên di bazarê de bi erebokên destan tiştê welatîyan li sûkê dikirin dibin malên welatiyan û xerca xwe ya rojane derdixin. Halîl Aşkin (14) jî dazanîn ku ew serê sibê seat 06.00'an tê sûkê, heya seatên êvarî bi erebokê destan dixebite, xercê xwe yê rojane derdixe û ev tişt gotin: "Ez rojê 15 TL kar dikim. Ji 10 saliya xwe heya niha her havîn li sûkê bi erebokê kar dikim. 15 TL ku ez kar dikim jî êvarî didim diya xwe.” ‘Pareyê kar dikim, didim diya xwe’ Rojhat Aşkin (13) jî diyar kir ku ji bo xercê xwe yê rojane derbixe tiştên welatiyan bi erebokê dibe malên van û serê erebokê 3-4 TL yan digirin. Aşkin axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Rojê 15-20 TL ez kar dikim. Pereyê ez kar dikim dim diya xwe. Ew jî ji xwîşk û birayên min re dide cil û berg.” (kom/no/sa)