KCD dê bi 501 delegeyan bicive 2016-07-15 14:06:49 AMED (DÎHA) – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) civîna xwe ya ji 3 mehan carekê sibê bi 501 delegeayn pêk tîne. Li bendê ye ku geşedanên dawî binirxînin û biryarên girîng bistînin. Kongreya Civaka Demokratîk (DCK) sibê saet di 09:00’an de bi tevlêbûna 501 delegeyan civîna 3 mehan carekê ya Lijneya Giştî li Salona Şano ya şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk tîne. Di civînê de dê mijarên dawî bên niqaş kirin. Têkildarî civîna sibê Endamê Dîwana KCD’ê Hîlmî Aydogdu, diyar kir ku di 16’ê Tîrmehê de bi tevlêbûna 501 delegan li hev kom dibin û wiha got: “Li Kurdistanê rewşek awarte heye. Bajar tên xerakirin û hêj qedexeyên li ser bajaran didomin. Dîsa binçavkirin, girtin, peyvirgirtina şaredaran didome. Dê mijarên girîng bên niqaş kirin Aydogdu, da zanîn ku dibe ku pêvajoyek hîn dijwartir li Kurdistanê pêş bikeve û jibo karibin li hemberî vê pêvajoya dijwar terbîra bistînin amadekariyên xurt bikin dê niqaşên kurd bimeşînin. Aydogdu,da zanîn ku piştî niqaşên kûr û parvekirina fikran dê nixşerêya xwe jî diyar bikin. Aydogdu, bilêv kir ku wan heta niha çi kiriye, çi nekiriye û dê ji niha û şûnde çi bikin niqaş bikin û plana pêşerojê amade bikin. (mae)